1 deqîqe xwendin

Şaredariya Kobanê ji çeteyan hate paqijkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ (DÎHA) - Hêzên YPG/YPJ’ê di operasyona paqijkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, avahiya Şaredariyê û Dibistana El-Xensai yên li rojhilatê bajar ji çeteyan bi temamî paqij kirin. Operasyonê li heman deverê hêjî berdewam e.

Di çarçoveya operasyona paqijkirina bajarê Kobanê de ku hêzên YPG/YPJ’ê di 18’ê kanûnê de dabû destpêkirin, îro serê sibê hêzên YPG/YPJ’ê avahiya Şaredariyê û Dibistana El-Xensai yên li rojhilatê bajar ji çeteyan bi temamî paqij kirin.

Operasyon li derdora avahiya Asayîşê didome.

(wk)