1 deqîqe xwendin

Şerê DAIŞ û El-Ekrad didome

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

EFRÎN - ANHA Li derdora bajarê Helebê di navbera Lîwa Cebhet El-Ekdad, çekdarên opozîsyonê û Çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn bi dijwarî didomin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li derdora navçeya Ixtirîn û gundê Dudiyanê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û Lîwaa Cebhet El-Ekrad de şer û pevçûnên dijwar derketin. Hate gotin ku di di van pevçûnan de tabûrên Şems El-Şemal û Lîwa Emcad El-Şam li rex şervanên El-Ekrad şerê DAIŞ'ê kirin.

Li gorî çavkaniyên nêzî El-Ekrad, çeteyên DAIŞ'ê ji wan re kemînek çêkirin û di encamê de pevçûnên di navbera herdu aliyan de derketin. Di van pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha şervanekî El-Ekrad jiyana xwe jidest da û 3 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kirin ku alîkariya leşkerî ji aliyê bakûrê Helebê gihiştine çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyan bajarokên El-Mesûdiyê û El-Heredanê topbaran kirin.

(he)