Helbest 1 deqîqe xwendin

Birîna Sê Çavîn

Ez nemînim / Sê birînên sêçavînin / Gurcika dilê min

Birîna Sê Çavîn


Feratê DENGIZİ


Ez nemînim
Sê birînên sêçavînin
Gurcika dilê min…


Sêçaviya serê min nakewe
Ne azadiya Parîsê
Ne jî wekheviya komûnê
Dilê min têr dike


Serê kaniya min Zagros
Dermanê birîna min Sara ye
Saraya serbilind a lûtkeya Tûjik Baba
Ya dilciwan
De debarkin
Piştî ewqasî êş
Bila biqeşite biratiya derewîn


Hê bêhtir evîndarê
Dil û awirên te me
Bila
Qeleş û kîndar
Hê jî
Zanibin
Kedxwar û mijokdar jî


Ligel sêbirînên sêçavîn
Evîndarê evîna te me
Şabaş ji te re
Keyneka Munzir
Ya esîl û asî û asê…

09/28.01.2013-Amed