Gotar 7 deqîqe xwendin

Jixweketin

Jixweketin têgîneke zimanî ye, di wateya xwe ya giştî de miroveke yan jîndareke ku ji westandinê, ji bêxewiyê, ji şîn û

Jixweketin têgîneke zimanî ye, di wateya xwe ya giştî de miroveke yan jîndareke ku ji westandinê, ji bêxewiyê, ji şîn û tevîheviya giyanî û xemgîniyê, ji êşê û pir tiştên din bêhêz, bêzar û bêenercî dibe û ji xwe de tê xwar, nema dikare li ser piyan raweste û di hiş û mejiyê xwe de tevîhev dibe. Eger ew sedemên jixweketinê çareser nebin dikarin bibin tunekirina wî jîndarî. Ev wate bi tevahî ne mebesta min e. Ez dixwazim li ser wateya jixweketinê ya civakî, siyasî, netewî û nasnameyî hin dîtinan bînim ziman. Bi taybetî jî di rewşa kurdî ya pirsa nasnameyê û sedemên guherîna wê. Di vê wateyê de jixweketin kesek e ku ne xwe bixwe ye, di mejî û hişmendiya xwe de dijminê xwe ye, bi her awayî dijminê xwe û dostê dijminê xwe ye, evîndar û heskiriyê dijminê xwe ye û di dawiyê de dibe sedema tunekirina xwe û gelê xwe. 
Bi hezarên salan kurd jixweketin e. Helbet e ev yek ji bindestiyê, ji qirkirinan, ji şerê taybet yê ku bi awayên cuda hatine birêvebirin çêbûye. Hişmendiya kurd bi mejiyê dijminê wî hatiye stirandin heta ku ji xwe biyan bûye û xweyiya xwe wenada kiriye. Bûye kurdek ku mejiyê wî yê dijminê wî ye. Ez dixwazim hin serpêhatiyên dîrokî ku ev kurd pê hatine avakirin bînim ziman.
Civaka kurd di bingeha xwe de, êl, eşîr û mal bûn. Di nava vê civakê de gelek dîn hebûn, bi awayekî din civakek pir olî bû. Van dînên cuda li ser bingeha eşîrî heta radeyekê dikarîbûn li hev bikin û di nav hev de yan jî li tenişta hev bijîn. Ew pergala eşîrî ku li ser hin bingehên exlaqî dihat avakirin dikarîbû hemahengiyekê di nav wê civakê de çêbike. Piştî dagîrkeriya islamê ku piraniya kurdan bi zorê bûn misilman rewşa civaka kurd bi tevahî hat guhertin. Di aliyê dînî de civak bû du beş; yek xwedênas yê din jî xwedênenas. Kurdên bûn misilman wek bawermend û xwedênas hatin naskirin û yên din gawir û xwedênenas. Di ola islamî de, kuştin, talankirin û namûsa xwedênenasan rewa û halal e, ev bi xwe jî rêya derbasbûna biheştê ye. Beşek ji kurdan bû nêçîr yê din jî bû nêçîrvan. Li aliyê din têgîna ometê yan jî ometa islamê ku şûna nasnameyê digirt û di serî û dawî de di dagîrkeriya ereban de nasnameya erebî cih digirt û pişt re di dema osmaniyan de pêşiyên tirkên niha. Ziman û çanda erebî bû sedest û zimanê kurdî û çanda kurdî li paş ma. Zimanê erebî heta îro jî li ba gelek kurdan zimanekî pîroz e. Her weha di islamê de guneh e mirov şerê dagîrkerê xwe bike eger ew dagîrker misilman be yanî bi awayekî din çênabe di bin hemî şert û mercan de mirov şerê misilmanan bike. Di bin van mercan de ku dagîrkerên Kurdistanê hemî misilman bûn, kurd tune dikirin, qirdikirin lê gunehbû li ber xwe bidin û şerê wan bikin. Di vê koçbera dîrokî de, di pirsa nasnameyê de kurd bû du beş, aliyek bi ereban ji aliyê ziman û çandê ve heta bi radeyeke pir bilind hat girêdan, ji aliyê kultûra giştî ve jî, kelpor, adet, rabûn û rûniştin, hestên nasnameyî, kesayetî û pir tiştên din yên ereban dan pêş û yên kurdan lawaz kirin. Divê em bizanibin ku hizrên dînî rola herî sereke di avakirina nasnameyekê dilîzin û di destpêkê de dîn beşê herî giringbû di nasnameyê de. Derbasbûna kurdan ya islamê ev bend ji nasnameya kurdî têkbir û tune kir. Ziman ku stûna herî giring e di nasnameyê de lawaz kir ku zimanê dagîrkerekî pîroz hat dîtin. Aşîtiya navxweyî têk bir ku beşekî kurd kafir hat dîtin û bi fermana xwedê diviyabû bê kuştin, talankirin û dest li ser namûsa wî bê danîn. Di serî û dawî de berjewendiyên abûrî, ceografî, yekrêzî û çand û kultûr perçe kirin û ev bi xwe jî perçebûna nasnameya kurdî bû û gava yekem bû jixweketina kurdî. Bandorên vê yekê hîn jî li ber çavan e. Fermanên hatin ser êzîdiyan biriyar ji ku dibe bila bibe piraniya wan bi destên beşekî kurd dihatin cih. Heta îro jî, xwarina êzîdiyan li ba gelek kurdan heram e. Destpêka avakirina partiyên kurdan ku gelek êzîdî di nav de bûn û ticaran nikarîbûn bigihîjin cihê biriyarê hîn jî li ber çavan e. Ev pergal ji aliyê PKK ve hat rakirin, lê tevî wê jî hin bandorên wê man, ji ber ku alîgirên vê partiyê bi xwe ji bingeha wê civakê hatine.

Çawa hizirên netewî derbasî Kurdistanê bûn?

Di rewşa kurdî de ku me ji berî islamê heta dema netewebûnê anî ziman rewşeke êlî, olî û civakeke pirreng û di şerekî hebûn û tunebûna bi xwe re û di nav xwe de tîne ber çavên me. Di koçbera netewî de ku çirûskên wê ji şoreşa firansî dest pê kirin ew fikir li ser bingehên vê civakê hat avakirin, ji serokê eşîrê heta serokê dîn, ji ometê û kilîta biheştê, ji qirkirinan û carna jî di rêyên internationalismê re, ji nav rêyên xwînê netewebûna kurdî gavên pêşî avêtin. Partiyên kurdî ku hatin avakirin di bingeha xwe de şûna eşîrê girtin û serokên wan wek serokê eşîran bûn yan jî alîgirên ometê bûn serokê wan şêx bûn, carnan jê omet ereb bû, carnan tirk bû, carnan jî faris bû. Carnan partî dibû internationalist nasname û netew tune dikir. Lê di hemî caran de jî ew gel bi xwe heta dawî bi dîn ve girêdayî, heta dawî li dij hev, heta dawî xwekuj bû.

Di vê koçbera dîrokî de, bi tevahî qirkirin, koçberî, girtin û talankirin nahatin rawestandin. Şerê taybet li gora rewşa ku kurd tê de bûn bi awayên cuda û bi hêz birêve diçû. Ji tirsê, ji agahiyên berevajî, ji wendakirina dîrok, çand, ziman, kesayetî û agahiyên derveyî mejî beşekî mezin ji kurdan jixwe derket, jixwe ket, ji dîroka xwe ket ku tenê bi hişmendiya dijminên xwe tevdigere. Ji bo vî beşî şoreşgerên wî yên herî mezin terorîst in, cangoriyên wî terorîst in, kurdê li ber xwe bide xwefiroş e, yê têkoşîna azadiyê bike ne kurd e. Ji xwe yê ne wek wan jî bihizire xayîn e. Tiştê seyr jî di vê çarçoveyê de piraniya yên ku van dîtinan bikar tînin kesên dûrî tevgerên kurdî ne, li penagehan bi cih bûne, cihên wan xweş û aram in, wextê xwe yê vala bi van tevîheviyan tije dikin, lê gelek ji wan jî pereyan li ser vî karî digirin. Yanî bi awayekî din hin bi zanebûn dikin, hin jî bi nezanî vî karî dikin.

Di van guherînên di vê sedsalê de, beşekî mezin ji kurdan gihîştine hişmendiyeke bilind ku berjewendiyên xwe yên netewî nas dikin û hem jî rêya azadiya xwe û pêkanîna wan berjewendiyan dibînin. Li aliyekî dijminên gelê kurd ku bi sedên salan kurdên jixweketî avakirine bi hemî hêza xwe kirine rê. Teknolojî û mediya civakî jî ji her kesekî re dengek avakiriye, hem di warê sinc û exlaq de civak tune kirine û wê civaka tune û wenda li hember gelê kurd bikar tînin. Çep û rast bi dijûn û sixêfan ji cangoriyan bigire heta şervanên azadiyê, ji dê û xwîşkan bigire heta cîran, gundî û zarok û pez û lawirên wan, helbet e hemî mirî jî di nav de.

Jixweketin nezan dike, mirovahiyê wenda dike, exlaq wenda dike, xwe wenda dike. Jixweketin xwekujî ye

Kausa berî hêrifandin û ji nû ve avakirinê

Di vê tevîheviyê de, her kes şerê her kesî dike, şerekî bi wekatel tê meşandin. Tenê yê ku xwe biparêz e û li cih bimîne sînorê dewleta xwe ya pêşerojê xêz dike. Di vî şerî de hişmendiyeke bilind ji gelê kurd re pêwîst e, yekrêzî pêwîst e, stratîjiyeke yekgirtî di nava çar perçeyên Kurdistanê de û di her perçeyî de jî pêwîst e, aşîtiya navxweyî pêwîst e, organîzeke bilind pêwîst e û her kesê kurd li ku dibe amade be ji bo vî şerî. Bi kurt û kurmancî ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye.
Lê jixweketiyên kurd çi dikin? Zemîna tunekirina gelê kurd ji dijmin re ava dikin. Tevgera kurdî bi tevahî xayîn diyar dikin, şoreşgerên kurd xayîn diyar dikin. Leşkerên kurd xayîn diyar dikin.

Lê hişmendiya kurdî ne wek berê ye, kurd jî ne wek berê ne. Tevgerên kurdî jî lîstik baş fam kirine.
Kurdên ku xwe parastine li ser piyan e û dê teqez di vî şerî de bi serbikevin!