Analîzek li ser kokên olî, nasnameya kurdî û têkiliyên civakî û siyasî
Destpêk
Di dîroka gelên Rojhilata Navîn de û bi taybet li erdnîgariya Mezopotamyayê, Ezdatî wekî yek ji baweriyên herî kevnar ên vê herêmê tê nirxandin. Ev bawerî di destpêka xwe de heya serdema îslamiyetê jî, ji pergaleka olî ya cuda bêtir, felsefeyeka jiyanî û birêxistinkirina jiyanê bi giyaneka xwezayî bûye. Di nav demê de ji ber sedemên xwezayî û derxwezayî hin guherîn bûbin jî, ev felsefe û giyan bi giranî hatine parastin. Lê bi taybet piştî ola îslamê ev bawerî û jiyana xwezayî bi sedsalan bi zextên siyasî, guhertinên civakî, hewldanên asîmîlasyonê û fermanên hovane re rûbirû maye. Ji bo têgihiştina vê dîrokê, divê mijar ji nêrînên dogmatîk, ji xurafe û çîrok û vegotinên manîpulekirî bê dûrxistin û kokên wê yên olî, felsefî û civakî bi nêrîneka rexnegir û objektîf bê nirxandin.
Naveroka vê gotarê li ser çend mijarên girîng radiweste: girêdana Ezdatiyê bi xweza, ronahî, roj û agir re; têkiliyên wê bi çanda kurdî û bîra kolektîf re; rola Şêx Adî û Şêx Ebdulqadirê Geylanî; bandora terîqetên Edawî, Qadirî û Nexşebendî; sedem û encamên fermanan; êrîşa DAÎŞê li Şengalê; hewldanên asîmîlasyonê û nîqaşên nûjen ên li ser nasnameya êzdî û kurdî. Di heman demê de, gotar bêyî ku bikeve nav şaşiyên dogmatîk nêrînên rexneyî yên nivîsên bingehîn ên li ser desthilatdarî û siyaseta herêmî radiweste.
1. Rehên Ezdatiyê û girêdana wan a bi xweza û ronahiyê re
Bingeha Ezdatiyê, bi hêmanên xwerû yên xwezayê û gerdûnê ve girêdayî ye. Di vê kevneşopiyê de roj û agir tenê tiştên fizîkî an alavên rojane nînin; ew wekî sembolên ronahiya giyanî, afirîneriyê û pîroziya jiyanê tên dîtin. Ji ber vê yekê û di vê nêrînê de, mirov bi xweza û gerdûnê re rasterast têkildar in û ji çarçoveyên dogmatîk û navendî dûr in.
Berdewamiya hin kevneşopiyên kevnar ên di jiyana rojane ya kurdan de, stûnên girêdan û yekîtiya giyanî û civakî ne, bêyî ku ev cudahî bê kirin ka ew kes êzdî ye an misilman e. Sondxwarina bi rojê û bi agir, rêzgirtina taybet ji agir re, baweriya ku agir divê bi avê neyê vemirandin, qedexeya avêtina tiştên pîs a nav agir, ava kelî bi ser axê ve neyê rijandin, mînakên grîng in. Di heman çarçoveyê de, pîrozkirina Newrozê bi agir û rîtuelên wê, her wiha hin kevneşopiyên wekî neşûştina serê xwe di rojên çarşemê de, wekî bermayiyên çandeka kevnar xwe didine der.
Ev sembol û rîtuel nîşan didin ku di bin guhertinên olî û civakî de jî hin hêmanên çandî û jiyanî yên kevnar berdewam kirine. Ev berdewamiyeka çandî, bingeheka hevpar û beşeka gring a ji bîra resen a gelê kurd e. Di vê çarçoveyê de, pîroziya roj û agir ne tenê taybetmendiyeka civaka êzdî, lê di hin form û kevneşopiyan de, di nav tevahiya civaka kurd de jî tê dîtin.
Belê, Ezdatî divê xweseriya xwe ya giyanî û çandî biparêze û ev xweserî dikare li hemberî asîmîlasyona çandî û siyasî bibe çavkaniya berxwedanê. Di vê têgihiştinê de, agir wekî semboleka zindî ya bîra kevnar tê pêşkêşkirin: parastina wê, parastina bîr, nasname û berdewamiya çandî ya tevahiya gelê kurd e.
2. Olên serdest, desthilatdarî û têkiliya wan bi Ezdatiyê re
Dîrok aşkere dike ku zextên li ser Ezdatiyê tenê ji nakokiyên olî yên ferdî an exlaqî derneketine; ew di heman demê de xwedî aliyên îdeolojîk, siyasî û civakî bûne. Hin formên desthilatdar ên olên semîtîk û bi taybetî yên pergala îslamî ya fermî, xwestine qadên civakî di bin sîstema xwe de kom bikin. Baweriyeka xweser ku li gorî vê nêrînê ne di nav qalibên wan de cih digire, wekî dijberiya li hemberî desthilatdarî û baweriya wan hate dîtin.
Sê aliyên vê tirsê:
· Tevlînebûna bi qalibên monoteîzma tundrew re ye: pergalên desthilatdar û baweriyên dogmatîk, dixwazin hemû qadên civakî di bin rêzik û kontrola xwe de bigirin, lê xweseriya Ezdatiyê vê yekê ji bo wan dijwar dike.
· Metirsiya deşîfrasyonê: Lêkolînên li ser kokên kevnar ên rîtuel û çîrokên “pîroz” dikarin nîşan bidin ku gelek hêmanên olên serdest bi çand û baweriyên berê re têkildar in. Deşîfrasyoneka bi vî rengî, têkçûna dogmatîzma wan e, ango têkçûna hemû bawerî, angaşt, dîrok û çîrokên wan in, ku desthilatdariya xwe li ser ava kirine û ev in ku bûne stûnên desthilatdariya wan.
· Tirsa ji giyana serbixwe: berdewamiya giyana kevnar a li ser bingeha tevger û rûdanên xwezayê û bi xwezayî bi pêş ketine, dikare rê li ber asîmîlasyona çandî û siyasî bigire û nasnameya resen biparêze, bi hêz bike. Ev jî, beriya her tiştî wê metirsiya deşîfrasyonê zindî û di rojevê de bihêle.
Desthilatdarî, her cure cudahî û bi taybet cudahiyên olî û çandî wekî metirsiyên mezin dibînin û dinirxînin. Ev li hemû cîhanê ji bo hemû desthilatdariyan derbas dibe, lê li ser axa me ev tirs bêtir zindî ye. Loma ku ji bo kontrolkirina civakê rêbazên zext, manîpulasyon û asîmîlasyonê pir zêdetir, kûrtir, berfirehtir û bêperwa bikar tînin.
3. Şêx Adî, Şêx Ebdulqadirê Geylanî û guherînên dîrokî
Rola Şêx Adî bîn Misafir di dîroka Ezdatiyê de mijareka sereke û di heman demê de mijareka nîqaşê ye. Şêx Adî û Şêx Ebdulqadirê Geylanî di sedsala 12an de jiyane û li Baxdayê, li heman medreseyê, li cem alimên mezin ên ola îslamê perwerde dîtine. Li gor hin angaştan, Şêx Adî ji herêma Şamê bûye, piştî xwendina xwe ya li Baxdayê çûye çiyayên Lalişê, li wir tekye ava kiriye û rêbaza sûfî ya Edewiye daye destpêkirin. Li gorî hin derdoran, armanca wî, ne ew bûye ku êzdiyan bike misilman.
Armanc çi be jî, Şêx Adî di civaka êzdî de ne wekî mîsyonerekî biyanî, lê wekî stûnekî pîroz û reformatorê baweriyê tê pênasekirin. Li gorî vê şîroveyê, bi derbasbûna demê re hin hînkirinên tesewufê bi baweriyên kevnar ên êzdiyan re bûne yek. Di heman pêvajoyê de û bi wan hînkirinên tesewûfî ve girêdayî, hiyerarşiyeka civakî û olî ya nû, wekî “mîr”, “şêx” û “feqîr” ava bûye. Li gor vê jî, angaştên wekî “ev guherîn encamên bandora derdor û desthilatdarên herêmî û yên bandora ola îslamê ne û ev struktur ji bo têkbirina giyana resen a Ezdatiyê hatine bikaranîn” derdikevin pêş.
Dîsa li gor hin lêkolîn û belgeyan, (Li nivîsên Ezîzê Cewo yên di amidakurd.net de binêrin) Hin êl û eşîrên ereb di nav civaka êzdî de hatine bicîhkirin, an jî bi cî bûne û hin hêmanên jiyana civakî bi şêwazên jiyan, bawerî bi çanda ereban hatine guhertin. Ev yek, bandorê li ser qewlên Ezdatiyê jî kirine. Ango qewl her çendî bi kurdî jî bin, lê naveroka wan jî li gor van guherînên ji derve ve ketine nav Ezdatiyê, guherîne. Her wiha cil û berg, dua, rîtuel, sembol, avahiyên kevirîn û awayê pêşxistina pîrozgehan jî, guherînên piştî hatina Şêx Adî ne, ango ne li gor reseniya giyana Ezdatiya kevnar in. Lewra bi bandora van guherînan, ber û bala civakê ji roj û agir bêtir, çûye ser hin sembol û avahiyan ku di bingeha giyana Ezdatiyê de tevger û bandora rojê veşarî ye, hemû sembol, rîtuel û dua jî bi vê tevgerê ve girêdayî bi pêş ketine, reng û teşe girtine. Lewra pîroziya avahiyan, di bingeha çand û baweriya Ezdatiyê de nîne. Tu tiştek ku ji aliyê mirovan ve, lê ne ji aliyê xwezayê ve hatibe çêkirin, xwedî grîngî be jî, ne xwedî pîroziyeka serdestî ya xwezayê ye. Ew bêtir di olên semîtîk de pir bel û li pêş in, wekî Mekkeyê, wekî Dîwarê Giriyê (Dîwarê Rojava) yê Li Qudusê, wekî Dêra Qebrê ya Pîroz ya li Qudusê, wekî Dêra Dayika Meryem, wekî bi hezaran dêr, camî û sînagogên bi îhtîşameka pir mezin li seranserê cîhanê hatine avakirin û hwd.
Bê guman ku guherîn tenê di qada rîtuelan de nemane; çîrok û vegotin, qewl, cil û berg, pergalên kastî, zewac û têkiliyên din ên civakî jî bandor dîtine. Pergala kastan civak ji hev dûr xistiye û têkiliyên navxweyî li gorî wê birêxistin kiriye. Her wiha, pergala mîr, şêx û feqîriyê di civaka êzdî de wekî pergaleka civakî û olî cih girtiye.
4. Ferman, şîdet û tinekirina bîra kolektîf
Dîroka êzdiyan dîroka fermanan e. Êzdî bi taybet bi belavbûna ola îslamê ya li herêmê re, ji ber şêwaza jiyana xwe û baweriyên xwe her di bin zextên hovane de û bi fermanan re rûbirû mane, heya roja me jî ev domiyaye. Êzdî ji ber parastina xweseriya xwe ya olî û çandî her bûne armanca êrîşên desthilatdaran. Fermanên li dijî wan gelek caran bi hincetên olî û siyasî hatine meşandin; di heman demê de bacgirtin, berjewendiyên desthilatdarî û nêrînên tund ên olî jî divê wekî faktorên girîng bên destnîşankirin.
Di her fermanê de bi dehhezaran êzdî hatine kuştin an windakirin û ev bûyer di bîra kolektîf a gelê kurd de birînên kûr hiştine. Fermanên di serdema Osmaniyan de, bi hay, guman, daxwaz û birêxistinkirina desthilatdariya Osmaniyan pêk hatine û caran hin êl û eşîrên kurdên misilman jî, ji bo bac, desthilatdarî û têkiliyên bi Osmaniyan re û bê guman ku li ser navê ”dîn”, tevlî van fermanan bûne, bi xwe jî pêk anîne. ”Êzdiyek bikujî destê te kesk dibe û diçî cinetê”. Ev baweriya hovane û ev hişmendî bi zanebûn û polîtîkayên kûr û berfireh di nav kurdên misilmanbûyî de hatin belavkirin. Kurd bi destê kurdan hatine kuştin. Heya roja me jî, xwarina ji aliyê êzdiyan ve tê çêkirin, ji aliyê kurdên misilman ve nayê xwarin, ”heram e” tê gotin. Ev û gelek kiryar û bûyerên bi vî rengî di nav demê de şikestinên pir mezin di navbera kurdên êzdî û yên misilman de çêkir. Mîna her şikestinî, ev şikestin jî, ji ber siyasetên qels û şaş, nehatin cebirandin, lê kûrtir bûn û civak bêtir ji hev bi dûr ketin.
Armanca fermanan, tu carî jî ne tenê tunekirina fîzîkî ya êzdiyan bûye, lê di heman demê de ev ferman, hewldanên tunekirina bîra kolektîf, çand, ziman, qewl, kevneşopî û felsefeya jiyana Ezdatiya kevnar a resen bûne. Ji bo êzdî di çavên civakên din de wekî gelekî xerab an biyanî bêne nîşandan, bi sedsalan çîrok û vegotinên ne rast li ser êzdiyan û Ezdatiyê hatine belavkirin û van derewên xwe kirine egera êrîş û fermanan.
Dema qala 73 fermanên li dijî êzdiyan tê kirin, divê bê zanîn ku di binê êrîşên fîzîkî de sedemên kûrtir ên siyasî, olî û çandî veşarî ne.
5. Bîra çandî, qewl û berdewamiya kevneşopiyê
Parastina ziman û vegotinên devkî, kevneşopî, sembol û rîtuelên kevnar, eger û hêmanên bingehîn ên berdewamiya Ezdatiyê ne. Qewl û beyt, vegotinên devkî û kevneşopiyên ji nifşekî derbasî nifşê din dibin, amûrên parastina bîra kolektîf in. Tevî zext, ferman, guhertin û hewldanên asîmîlasyonê, civaka êzdî bi rêya van rêbazên parastinê karîbûye bingeha xwe ya resen heta roja îro biparêze.
Hin hêmanên çanda kevnar di nav kurdên misilman de jî hene. Sondxwarina bi roj û agir, rêzgirtina agir, qedexeyên derbarê gemarkirin û vemirandina agir de, û pîrozkirina Newrozê bi agir nîşaneyên berdewamiya sembol û kevneşopiyên kevnar in. Di vê çarçoveyê de, agir sembola herî grîng e ku divê di bîra civakî de zindî bimîne. Lewra vemirandina vê sembolê wê fermana herî mezin û ya dawî be ku wê ne tenê bi kurdên êzdî ve bi sînor bimîne, lê wê tevahiya kurdan û giyana kurdayetiyê bide ber xwe û tune bike. Lewra ew agir, bîra hevpar a çandî û giyanî ya tevahiya gelê kurd e.
6. Ezdatî, nasnameya kurdî û nîqaşa nasnameyê
Bi taybet piştî êrîşên DAÎŞê bi ser mal û gundên êzdiyan ve, di nav civaka êzdî de yek ji mijarên herî zêde têne nîqaşkirin jî têkiliya nasnameya olî û ya etnîkî ye. Helwesta hin kes û derdorên dibêjin "Em ne kurd in, em êzdî ne" xwedî bingeheka dîrokî, siyasî û psîkolojîk e. Bîra fermanan, zextên dîrokî, travmayên kolektîf, serpêhatiyên civakî, manîpulasyon û lîstikên dagirkeran û bê guman ku li hemberî van hemiyan bêkêrî û şaşiyên siyaseta kurd, ji vê encamê re bûne zevî.
Êzdî bi ziman û nasnameya xwe ya kurdî, di bin desthilata mîr û eşîrên kurd ên misilman de rastî zext, ferman û qirkirinê hatin. Ev yek di bîra kolektîf de birînên kûr ava kirin. Ev birîn jî dikarin bibin sedem ku ev kes û derdor nasnameya xwe ya olî ji ya neteweyî veqetînin, da ku xwe ji zextên bi navê "kurd/misilman" li ser wan hatine meşandin dûr bigirin. Cudakirina nasnameya olî û etnîkî reaksiyoneke ku ji serpêhatiyên trajîk daye der û bi lîstikên dijminan jî hatiye xurtkirin û cî bi cî organîzekirin jî.
Dagirkerên Kurdistanê, ji bo şikandina dînamîzm û rêxistiniya civaka kurd a li ser bingeha rastiya xwe ya dîrokî, mîna hemû cudahiyên din ên civaka kurd, cudahiyên olî û mezhebî jî li dijî civaka kurd wekî çek, wekî amûreka siyasî bikar anîn. Ev awayê herî bi bandor a jihevxistina civakê ye û dagirkerên Kurdistanê, bi taybet dewleta dagirker a tirk di vê mijarê de bi pisporî û profesyonelî tevdigere û ji bo vê tu pîvan jî nas nake. Ji bo bigihêje vê armanca xwe, serî li hemû rê û rêbazên gemar û durû dide. Îroj dikare bikuje, sibe dikare destê ”dostaniyê” dirêj bike!
Ezdatî hem baweriyeke olî ye û hem jî xwedî bingeheka çandî û etnîkî ya kevnar e. Zimanê êzdiyan, kurdî/kurmancî ye, her wiha çand, kevneşopî û folklora wan bi rahên kurdî ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, cudakirina olê ji etnisîteyê mijareke ku divê bi baldarî were nirxandin.
7. Hewldanên asîmîlasyonê û siyaseta dewleta Tirk
Êrîşên DAÎŞê qonaxa dawî û hovane ya zencîreya zextên dîrokî bûn ku ji aliyê dewleta dagirker a tirk ve hatine destekkirin. Tê zanîn ku berxwedan û xwedîlêderketina Tevgera Azadiyê ya li gelê êzdî û li ser vê bingehê şerê Tevgera Azadiyê ya li dijî DAÎŞê, rê li ber tunekirineka bi tevayî ya gelê êzdî girt. Bêyî vê berxwedanê û şerê mezin ê Tevgera Azadiyê li dijî hoveberan, wê DAÎŞ bikariya li deverên din ên çar parçeyên Kurdistanê van êrîşên xwe berfirehtir bike û bi ser jî bikeve. Lewra yê şer dikir DAÎŞ bû lê yê fînanse dikir, perwerde dikir, rê li ber vedikir, dewleta tirk a dagirker bû.
Piştî şikestina DAÎŞê, dewleta tirk bi rêya hin kes û derdoran, dest avêt beşeka civaka êzdî û bi rêya wan ket nav hewldanên manîpulekirina civakê. Tişta bi destê DAÎŞê nekarîbûn bi ser bixin, bi rêya van kes û derdoran û têkiliya wezîr û parlamenterên AKPê niha hewl didin civaka êzdî bikin bin bandor û kontrola dewleta tirk û ji nav ve birizînin, tune bikin.
Encam
Dîroka Ezdatiyê, parastina yek ji kevintirîn felsefeya jiyanê û giyana xwezayî ya vê axê ye. Tirsên olên semîtîk û yên dagirkerên Kurdistanê, polîtîkayên tunekirinê û hewldanên asîmîlasyonê ji ber tirsa windakirina kontrola li ser bîra civakî û tirsa deşîfrasyona derewên wan ên dîrokî ne. Lewra ew hebûna vî gelî wekî tunebûna xwe, tunebûna vî gelî jî wekî garantiya hebûna xwe dibînin û ev rastiyek e ku ew vê baş dibînin, lê hîn ji me ve xumam e mixabin.
Ev têkoşîna dirêj a dîrokî dide nîşan ku Ezdatî ne tenê olek e; lê ew bîra resen, berxwedana çandî û rûmeta giyanî ya tevahiya Kurdistanê ye. Parastina vê felsefeyê, parastina rengînî, azadî û dîroka rastîn a vê erdnîgariyê ye. Heta ev giyana xweser li ser piyan bimîne, ti manîpulasyon û ferman nikarin vê bîra kevnar tune bikin.