Gotar 18 deqîqe xwendin

Baweriyên Qedîm û wergirtin

Ji bo ku em bikarin baweriyên herî kevnar yên gelê xwe têbigîhîjin, divê em berê her tiştî li bawerî û têgîhîştinên qedî

Ji bo ku em bikarin baweriyên herî kevnar yên gelê xwe têbigîhîjin, divê em berê her tiştî li bawerî û têgîhîştinên qedîm ên li ser xaka welatê xwe û rengê wê yê di çanda me de rûniştî binêrin, bi hemû hêza xwe ve hewl bidin, xwerû jî belgeyên berdestên xwe û rastiya wê li ber çavan raxînin.

Ez ê di vê gotarê de piçek jî be, têkevim nava wê hewldanê.

Em çawa dikarin têbigîhîjin ka baweriya gelê me ya berê Zerdeştiyê çi bûn? Hetanî em dîroka xwe, têgîhîjtin û baweriyên xwe yên dîrokî baş venekin, lênekolin, rastiyên wê dernexin û di giyana xwe de nedine rûniştin, em ê nikaribin bi bertek û rikberiyan, bi baweriyên gelê xwe jî têbigîjin û fêm bikin. Divê em vê ji bîrnekin; xwerû serwerî û mîrîtiyên me yên berê mîladê, gelek berhemên giranbiha li pey xwe hîştine, mirov bi hêsanî dikane ji bermayîyên wan ên heyî bawerî û têgîhîştinên wan yên dinî /olî, herî kêm ji peyker û rolyefên wan bixwîne û rastiya wan têbigîhîje û ragihîne gel. Baş e ku tehrîbatên wehşeta Ereban û nezaniya îslamîstên bi têgîhîştina wan ve girêdayî jî, nekaniye berhemên dîrokî bi tevahî ji holê rakin. Hê jî hewldanên bi vî rengî hene. Xwerû jî li welatên wekî Tirkiyê bi her awayî hewldan û hemû hêz, dek û dolabên xwe bikartînin ku rastiyan belovajî bikin. Baş e ku rastiyên ji paşmayîyên pêşiyên me û baweriyên me mane rê li ber wan û hovitiyên wan ên li dij mirovî digirin.

 

Berê divê em vê bêjin: Di nava tevahiya Kurdan de ji dîn û têgîhîştina baweriya Samiyan (Cihû, Xiristiyan, Misliman) bêtir çanda baweriya qedîm a bi rojê di çand û giyana gelê me yê her baweriyê xwerû yê misliman de jî rûniştiye. Ji îddîa, bertek û rikan bêtir, divê em li rastiyên çand û baweriya gel binêrin. Hima kurte jî bawerî û gotinên gel yên pîroziya agir û rojê radigîhînin, bes e ku rastî were fêmkirin. Tiştên di nav û bîra gel de bûbe çand, bawerî û iqrara rastiyan têgîhîştin û baweriya gel de rûniştibe ti car wenda nabe, bi rengê cûda jî be, wê rastiyê diteyîsîne. Çend mînak ji baweriyên di çanda gelê me de rûniştiye.: Di sondên gel (çi misliman, çi êzdî û çi ra heq) de Agir û Roj: „Bi wê guriya agir!“ „Bi roja Xwedê!“ „Bi tîja Heq!“ „Heq esta, roşta /tija Heq esta!“ „Eger derewan dikim, agir bi mala min keve!“ „Cihê min agirê dojehê be, min nekiriye!“ „Bi nûra xwedê!“ „Bi zereqa tavê!“ „A bi wê hêyva li ezman dibiriqe!“ „Pêlên agir bi mala min keve, min nekiriye!“ „Jixwe destên min li ber rojê vekirîbû!“ „Ocax li min vemire!..“ „Tu bi min bawer nakî, were em di nav agir re derbaz bin!“ Gotinên pêşiyan „Roj li ava, tarî ket çava!“ „Roj û heyv padîşahên cihanê ne!“ „Roj vemirî, zindî temirî!“ „Roj veda, hêvî xweda!“ „Roja li beroja hêvî dide zimaga!“ „Agir li dora xwe ronî dike!“ „Agirê sorî, bextê borî!“ Li gel wê; Di nava Kurdê misliman de jî, ti car avê di ser agir de nakin, vê wekî guneh dibînin. Agirê ava miriyan li ser hatiye kelandin, hetanî bi xwe netemire, xevra nakin. Ji zarokan re dibêjin; „belê agir neke guneh e!“ Li gelek cihan li ser goran jî agir tê dadan Di sondxwarinan de, mirov sed carî Quran, Allah , Pêximber bêje, jî bawer nakin, divê mirov bêje „BI ROJA XWEDÊ!“ Ti têkiliya van bawerî, anane û têgîhîştinan bi baweriyên Samiyan (cihû, asûr, ereb) re tine.

 

Rojiya Ameşa Spenta (Xizir) Gelê me yê Rêya Heq, Yaresanî û Êzdî, li gelek deveran Kurdê misliman jî di destpêka hefteya dudyan (Carna hefteya yekem /li gor sala zêdek) sê roj rojiya Ameşa Spenta (Xwedayê rojê, Xizir) digirin û piştî sê rojan cejna Ameşa Sipenta (xizir) pîroz dikin. Di vê rojî û cejnê de mumên xwerû ji şimaya hingiv, yan jî bi donê pezêgorîkirî hatî çêkirin, bi nîyeta remzeke rojê û hêviyê vedixin. Wan li ser Embar û bi stûnên gom û tewleyan ve girêdidin ku giyana Ameşa Spenta xwe li wir bigire û bereket têkeve nava arvan û malên wan. Ev sê roj rojî jî, rasterast ji wan sê rojên dagera rojê hatiye wergirtin. Hêjmara sê di nava hemû Kurdan de hêjmareke pîroz e. Mînak gotina „Sê Telaqên bê fetwa!“ Li ba Kurdên Êzdî her rojî sê roj in. Mînak: Rojiya Şêşim, rojiya Xwidan, û Rojiya Êzî. Her wiha rojiya Xizir jî heye û ew jî sê roj in. Pîroziya bilindahiyan Li tevahiya welatê me, heta li deverên derê Kurdistanê, yên ku Kurd lê hene, ziyaretên herî pîroz li diharê girên volkanîk in. Em çend mînakan ji Kurdistane bidin: Li dîharê çiyayê Bîngolê – Koxê Bîngolê yê volkanîk, li diharê Girê Boxa, Dîharê Qolîbaba, Vengasora li dîharê çiyayê Bilicanê ku berê ziyareteke Kurdên Êzdî bû. Dizgun Baba, Munzûr Baba û hima bigire li hemû deverên welatên me ziyaretên li ser bilindan hene.

 

Dibe ev pîrozî ji pijiqandina „AGIR“ hatibe! Zîguratên Sumeran jî bi bilindahî û rojê re têkildar e. Ji ber ku li deştan bilindahî tinebûn, bi aliyê Someran ve wek remza çiyayan û bilindahiyan hatine lêkirin, lew re bilindahî nêzîkên rojê û stêrkan e, nêzîkê ronahiyên gerdunê ne. Ev têgîhîştin dû re derbasê Asûran û hin gelên din jî bûye. Hin lêkolîner û zanyarên biyanî jî li ser van baweriyên me nivîsîne û ragihandine.

 

Berê ku em mijareya têkiliya Êzdayetî û Zerdeştî, yan jî çima Kurdên Êzdî naxwazin, têkiliya wan û Zerdeştiyê bi hev re were danîn vekin, dîtinên hin lêkolîneran yên li ser bawerî û bertekên Kurdan ragîhînin wê baştir be.

Kont de François Volney ku di navbera salên 1750-1820 an de jiyaye, di berhema xwe ya bi navê „Les Ruines“ de rêberên baweriyan dide axaftinê. Pîrê Zerdeştiyê jî wiha dide axaftinê: „Hêy cihu, xisristiyan û mislimanino, îddîa û rikên we tê çi wateyî, bila were, hûn ji zarokên zerdeştî yên rêyên xwe şaşkirî bêtir ti tiştek din ninin!“ M. Driver li ser baweriyên me radigîhîne: „Mirov gelek caran di ayînên wan de rastê formên xwerû yê baweriyên xwezayî û derê baweriyên heyî tên, Di vanan de gelek caran formên Zerdeştî, hîndû û her wiha aliyên dişibin baweriyên kevn ên din yên le herêmê hebûne jî, xuya dikin.“ (Îbnu`l Esîr evana wek dijayetiya Xwedê de pênase dike (M.B.) heta di rengê pûtperestiyê de dibîne.“ Rewşenbîrê Kurd M. Celadet Betirxan jî wiha dinivîse: „Dema bingehê hemû agahiyan baş were lêkolîn, zelal dibe ku tenê Kurd hetanî radeyekê bi Zerduştiyê ve girêdayî mane. Lê Fars û Farsên li hîndîstanê girêdayîyê naveroka wê nemane. Baweriya Êzdayetî awayê baweriya Kurd ya ku bê guhertinekê hetanî vê roja me hatîye ye. Hê îro jî di nava her reng Kurdî de çi misliman çi êzîdî û çi yên din de gelek anane û kevneşopiyên wekhev hene, ev ji ber baweriya wan a zerdeştiyê tê. Her wiha hê di vê roja me de jî, di nava Kurdan de sonda herî pîroz û pê tê bawerkirin peyva mishefa reş e (Mishefa reş a qewlê Cîzîrê) ya ku berê mislimantiyê di nava Cizîra ku hatiye ruxandin de wenda bûye ye.

 

ÇIMA ÊZDÎ XWE JI ZERDEŞTIYÊ DÛR DIGIRIN?

Rastiya vê di nivîs û rölyefên mixî yê Bestûnê de li ber çavan hatiye raxistin. Bes piraniya kes û lêkolîneran Zerdeştiya rast ya dema Medan (Zerdeştiya Medan) û Zerdeştiya Dariyos I., yan jî ya Farisan bi awayê bingehê şîîtiyê afirandiye têkilî hev dikin. Bi gotineke kurt, Zerdeştiya Darios I. bikotek û komkujiyan afirandiye, ne zerdeştiya Medan, yanê ya qedîm e...

Em vê mijarê hinek vekin:

Di wê rolyefa Bestûnê ku Dariyos daye xêzkirin de Gaumada di bin lingê Darios I. de ye. Hemû pîrên pêşang yên Zerdeştiya dema Medan hatine girtin û stûyê wan di zincîrê de ne. Ev rolyaf bi serê xwe rastiya Çanda farisan xwerû çanda wan a olî li ber çavan radixîne. Rasterasd bi wê rolyefê radigîhîne ku wî Zerdeştiya qedîm ya Medan kuştiye!... Ji bo baş têgîhîştinê em li awayê dînê îslam wergirtina farisan binêrin. Karekterekê Farisan yê taybet heye, hetanî ew anegorî çanda xwe teşe û formekê nedine têgîhîştin û baweriyekê ti car wê bawerî û dînê napejirînin.

Mînak: Wergirtina Îslamê; wan berê şîîtiya xwe afirandin hê dînê îslamê wek dîn /ol pejirandin. Yanê niha têgîhîştina wan a îslamê û îslama li cihanê heye ne wekî hev e. Rasterast du îslamên cûda ne. Wan li Zerdeştî jî ev kiribûn. Faris di serdema Kûroş I. û kurê wî Kambîs II. de jî, hê baweriya Zerdeştî wernegirtibûn. Bawerî di bin kontrola pîrên Medan de bû. Rêberiya Zerdeştiyê di bin destê malbata Gaumada de bû (ew malbat malbata ruhanî, keyxwidayên Medan bûn) Yanê faris bi bavên xwe bawer bûn û di nava malê de bi xwengê xwe re dizewicîn. Hê jî dîrokzanan pê dernexistine ka ew xwediyê çi dînê bûne.

 

Darîyus di şarê Misirê de, Kambîs II. bi dekbazî da kuştin (ji ber ku diya Kuroj Keça Aştiyago yanê Medî bû, ew pê ne bawer bûn.) Dariyos piştî kuştina Kambîs II. Vegeriya Persepolîs, Ji bo ku bi aliyê her kesî ve qiraliyeta wî were pejirandin, bi zora xwe û tirsandinê, bi Atosa keça Kuroş re zewicî. Piştî tevahiya Serweriya Persan bi xwe ve girê da, vê carê jî derket nêçîra pîrên Zerdeşîya destpêkê yanê ya Medan. Xwerû jî nêçîra neviyê Aştiyago û Keyxwidayê Medan Gaumada û hemû pîrên pêşeng yên zerdeştiya Medan (Min piştê lêkolîneke berfire bi navê „Gaumada“ romanek nivîsî.) Ji bo vê jî xwerû serokê eşîra Pada „Taxmas Pada“ (Eşîrek Med ya rojhilat e, lê ya herî xayîn bû) derxist nêçîra rêveberên Med û xwerû pîrên Zerdeştiya Medan. Di nivîsên Mixê yê li Bestûnê de bi aşîkarî wiha dinîvîse : „Peyayê min Taxmas Padayê Medî li filan derê di ser rêberên Medî û baweriya medî re girt …. ewqasa medî kuşt!“ dinivîsîne. Her kesê piçek hewl bide xwe dikare wergerên nivîsên mixî yên Bestûnê bibîne û bixwîne. Vê rastiyê bixwe lêbikole. Bi gotineke Kurt. Dariyus ne tenê hemû hêz û birêxistinên Medan tar û mar kir. Zerdeştiya bi baweriya Medan jî yekber ji holê rakir. Jixwe Gaumada Keyxwidayê Zerdeştiya Medan bû. Piştê vê tar û markirinê Zerdeştiya bi têgîhîştin û baweriya Persan afirand. Li ser van komkuji û bawerî têklihevkirinan Medîyan bi gotineke rast hemû Kurd ji Zerdeştiya Persan revîn û gotin em „Em ne bi baweriya zerdeştiya persan e!“ A ev gotina „Em ne Zerdeştî ne!“ ta tere digîhîje wê serdemî. Heta gelek pîrên Zerdeştî revîn, hatin navenda Anatolya û li wir Perestgeh avakirin. Minak li nêzîkê Amasyayê bingehê Atêşgedeheke wê serdemê hate dîtin.

 

Baeriya Ra Heq (ya Dêrsimê ji serdema zerdeştiya Med maye.)

 Li Navçeya Diyadînê Atêşgedeha Mediyan hebû. Ermeniyan li ser wê Kîlîse Avakirin (piraniya kîlîseyên Ermeniyan li ser bingehê Atêşgedehan hatine lêkirin. Dîsa kîlîsa Ecmezîn ya li Mêrdînê li ser bingehê Atêşgedeha serdema Medan hatiye avakirin. Ta li Nêzîkê Antalyayê bingehê atêşgedehê hate dîtin. Bi gotineke kurt. „Em ne Zerdeştî ne!“ Raste rast tê wateye „EM NE JI ZERDEŞTIYA DARIOS (darios) in. Zerdeştiya berê Zerdeştiya farsan hemû baweriyên li ser xaka Medya nas dikir, ji wan re rêz digirt û dibû alîkar. Heta gelek pîrên ji Baweriya Ra Heq (mixabin cihê vê peyva rast peyva alevî girtiye) jî xwe baweriya Darios weke zerdeştî (zerdeştiya Dariyos) napejirînin. Di bingehê xwe de ew zerdeştîya Medan ji baweriyeke bêtir bi serê xwe felsefeyek û fîlozofiyeke xwerû bû û ji hemû baweriyan re rezdigirt bû. Lema gelek zanyarên di vî warî de ketine nava lêkolînan, vê weke felsefeyekê dibînin. Dr. Bahrem Varza ji bo wê Zerdeştiyê wiha dibêje: Ji vegotin û Xebata Dr. Bahram Varza. „Bi dîtina min mijara me; di dîrokê de yekem baweriya ku jê re Monotheismus tê gotin, re têkildar e. Lê Zerdûştî di rastiyê de ji baweriyeke zêdetir mijara fîlozofîyekê ye.”

Ne tenê ew, Sven Weniger û Michael Marek di malpera Deutschlandfunk de bi mafdarî vê dinivîse, ku rastiya Zerdeştî jî ev e: „Zerdeştî bi têgîştina xwe ya bingehin xwastiye ku rastiya xwe di „ramanên baş, gotinên baş û karê baş kirinê“ de bi me bide fêrkirin. Her mirovên ku van her sê têgîhîştinên bingehîn bipejirîne, dibe şopînerê baweriya Zerdeştî. Zerdeşt ji bawermendên xwe dixwaze ku ew baweriya ti kesekî nekin ber pirsiyariyê. Her kesên ku van her sê şiyaran bipejirîne, bê ku ola/dînê xwe cih bihêle dikane tevê me be. Em wan tenê di siya van herse şîyaran de dinirxînin. Mohra dîn li eniya ti kesî neketiye. Divê bawerî li dijber hev nebe. Şîyara herî bingehîn jî ev e: Ango yek kêliyek baş ramandin berberê 70 sal perestinê ye. „Bend 30 / 3. Û ev herdu hêzên nav Manyu Yên ku li destpêkê di hişmendiyê de weke cêwîyan hatibû têgîhîştin: Ev di raman, axaftin û kar de yek bingehê başiyê yêk jî yê xirabiyê ye. Kesê kamil di hilbijartinê de biryara xwe ji bo başiyê dide , Lê yê ne kamil û mijarê tênegîhîştî jî vê nake.“ Dr. Bahram Varza vê mijarê gelek baş zelal dike: „Remza giyana me Faravahar, hêzên dijberê hev ên bandorê li hev dikin, di xwe de dihewîne. Mixabin ku ev rastiya bi aliyê hîn nîvîskaran ve wek Ahura Mazda Xwedê, Ehrîman jî „Îblîs“ be û tim li dij hev di nava şer de bin, fêm dikin. Ev di vê mijarê de rastiya Zerdeştî û bîrdoza Zerevaniyê tevlihev dikin. Divê ez teqez vê bêjim, ev bi bingehîn şaş têgîhîştin e. Anegorî têgîhîştina Zerdeştî ev tekoşîna dijberan çawa di Faravaharê de jî hatiye sêwirandin di giyana mirov de ye. Di encama vê pêvajoya pavçûna di giyanê de, mirov digîhîjîne kamilbûnê.“

 

Xaldî

Ji ber ku Eşîra Xaltan îro jî di nava Kurdên Êzdîde kasteke Ruhanî ye, ez ê berê vekirina hin mijareyên dîrokî vê mijareya ji bo vê gotarê herî girîng e, vekim. Li ba Xaldiyan bi navê tê zanin „Ûrartûyan“ navê xwedayê rojê Şîwînî, Şiminî /Şemini ye, carnan jî weke Temuzî (Tawîsî M > W) derbas dibe. Em li ba Xaldîyan jî, bi zelalî rastê nîşaneyên baweriya Rojê tên. Mînak: Perestgeha rojê ya li gundê Xirvatan a girêdayî Geverê „Muşaşîr“, cihê ziyaret û tawafbûna serwerên Xaldî /Urartuyan bû. Anegorî belgeyan bi taybetî Serwer Îşpûnnî bi tevê kurê xwe key Menûwa /Melûwa gelek caran çûne Muşaşîr û li wir tawafbûne. Di nava xirbeyên Muşaşîr de jî, remzên rojê hene. Her wiha perestgeha li Girêsor (Bostankaya – Milazgir anegorî belgeyan perestgeha herî kevn e.) Ev perestgeh di zinêr de bi berahiya 24 x 35 metreyî hatiye kolan û li ser 12 xal û relyefek dagera rojê heye. Ev 12 jî rasterast bi baweriya Girê Mirazan re têkildar e. Li gel wan perestgeha keleha Enbarê ya li Dêrsimê pir girîng e, di forma Mehrgedehan (mala Rojê) de hatiye lêkirin. Hê di vê roja me de jî, di nava Êzdiyên Torê de ji cihê îbadetxane /perestgehê re „Mîrgeh“ dibêjin. Ev ji peyva „Mehrgedah“ yane mala rojê tê. Mixabin ku piraniya gelê me vê rastiyê nizanin. Bê wê li ser gelek kelahên Xaldiyan nîşaneyên rojê hene.

 

VEGOTINEKE PIR GIRÎNG

Dema artêşa îslamên Ereb dikevin Milazgirê: Anegorî daneyên berdest berê îslamê li herêma Milazgirê gelekî bawermendên atêşperest, bi naveke din bi baweriya qedîm jiyane. Mîrekî wan yê bi navê Teymus hebûye, dema Bişarê /Beşîrê kurê wî diçe dibe misliman, Teymus ji qehiran zimanê wî jêdike û ji herêma Milazgirê dike der. Ew jî diçe nava Ereban mijarê ji rêberên îslamê re dibêje. Artêşa îslamê tê êrişê herêmê dike, agirperestan dikujin. Ev agirperest û rojperest Kurdên Êzdî û paşmayiyên Xaldiyan bû û li ba wan Roj pîroz bû. Heta wê serdemê beşeke Eşîra Bilikiyan (îro jî eşîreke êzdî ye) ji tirsan dikevin kîlîseyên Ermeniyan, dibin xiristiyan û di nava wan de dihelin. Ne tenê ew, ji eşîra Alanan bigire hetanî Kurdên Mîhranî gelek eşîrên Kurdan di wê serdema hatina artêşa Erbên îslam ji neçariyan ji bo xwe parastinê xiristaniya Ermeniyan dipejirînin û di nava wan de dihelin. Artêşa îslamê ti car êrişê xiristiyanan nekirine, di hedefa wan de tenê baweriyên kurdistanî hebûye. Heta Ömer bîn Xetap waliyek dişîne Ermenîstan ku eskerên wî zirarê nede Ermeniyên xirstiyan. Divê ev bi zelalî were gotin: Jixwe wê serdemê Bîzans û Sasanî ji ber şerê 130 salî ji xar ketibûn, ti hêzeke wan nemabûn. Bîzans hetan Qeyseriyê bi paş ve kişyabûn. Serê persan jî li rojhilat bi Göktirkan û Moxolan re di belayê de bû, ji erdnigariya Kurdistanê kişyabûn. Hêzên Kurd yên heremî jî, ji ber wê şerê sedsalî ji xar ketibûn. Ev jî ji ereban re lê hatibû. Jixwe ev rewşa neba, îslam tenê di nava hin eşîrên ereban de dima. Li gel vê rastiyê îro di nava Kurdên Êzîdî de eşîra Xaltan hene, ew hê jî kasta rûhanî ya Kurdên Êzdî ne. Yanê ew baweriya di nava Urartuyan de hîç qut nebû ta vê roja me hat.

Urartu konfederasyonek êl û eşîrê Kurdan bû. Eşîreke Urartiyan jî Husunan bû. Piştê dînê îslamê wek kabosekî, weke nexweşiyeke rahêjî di ser welatê me re girt. Navê eşîrâ Husunan wek Hesena + şêx Hesenan hat guhertin. Piraniya Kurdên Ra Heq (Alevî) beşên konfederasyona şix Hesenan in. Hesenanê Serhedê jî hetanê salên şêstî û heftêyî anegorî ananeyên berê tevdigeriyan, lê ji tirsa hawîrdorê wek misliman xuyadikirin.

 

Xaldî /Ûrartû

Baweriya Xaldiyan jî di bingehê xwe de li ser bingehê baweriyên Zagrosan, bi taybet li ser yê Xorî û Mîtaniyan rûnişti ye. Xwerû jî perestgeha Ardînî (Muşaşîr) ku di navenda Zagrosan de li nêzîkê bajarê Geverê ye. Ji ber ku Kasît û Subarû jî ji vê herêmê çûne, li ba wan jî heye, lê li ser baweriyên wan lêkolînên bingehîn tinene, mirov dikane bingehê baweriya wan jî bi ya Urartuyan ve girêde. Xwerû jî Îşpûnî /Aşpûnî û kure xwe Menuwa /Menowa gelek caran perestgeha li Ardînî ku tê de Sella cihê rolyefê Xwedawend Xaldî hebuye, ango qiblegeha baweriyê ziyaret kirine. Li ser rê jî Mihrgeha Paganê û perestgeha servekirî ya Paganê heye. Li perestgehê cihê çil kesî dane kolandin û amadekirin. Perestgehên bi vî rengî li gelek deveran avakirine.

Mînak: Ya li Girêsor (Bostankaya- Milazgir) li Patnos û li Kordzewtê. Di van perestgehan de ji bo 40 kesên xwediyê meqam cihên rûniştinê xisûsî hatine amadekirin. Min di mijara baweriya Rêya Heq de di bin mijara „Çar derî çil maqam“ de ev mijare bi kurahî vekiriye. Hûnê li wir bixwînin. Lê em dîsa bi kurtî bêjin. Ji erdnigariya di navbera Wan, Muradiye, Bazîdaxa (Çaldiran), Kêrga (Ozalp) û Sarayê de ye re dibe ku ji dema Xaldiyan vir ve jî mabe, „KANDAHAR“ tê gotin. Ev Kandahara îro di nava qewlên Êzdayetî û Zerdeştiyê de derbas dibe, her wiha berê li ba Rêya Heq jî wek cigeheke pîroz dihat zanîn, ev Kandahara Wanê ye. Mijara Kandahara Afganîstanê pir nû ye, temenê xwe sed dused sal e, ti têkiliya wê bi qewl û baweriya Êzdayetîra tine. Yanê Kandahara rast ev herêma Kurdistanê ye.

 

Xwedawendên Xaldiyan

Xwedawendê herî mezin Xaldî ye û Xaldî xwedawendê şer e jî. Li ba Xaldiyan /Ûrartuyan Xwedawendên Xoriyan jî pîroz in. Mînak; Teşûb (xwedawendê Ezman), Şîmînî /Şemînî /şîvînî (Xwedawendê Rojê), her wiha kîjan welat jî dagirtine ji xwedawendên wan re rêzgirtine û ti car qedexe nekirine. Yanê ev toleransa îro di baweriyê Kurdistanî de heye, di nava pêşiyê me de jî hebûye. Dibe me ji ber vê toleransê jî wenda kiribe. Ji ber ku bê pêşîyên me û me, her kesî gotiye; „ya baweriya me, zimanê me û em, yan jî mirineke wehşane!“ Mînaka herî balkêş jî xwediyê baweriya erebane, ji bo dînê xwe mirov serjêkirine, parçe kirine. Lema mixabin ku ew mane, me jî wendakiriye!...

 

Divê mirov peyveke wek navê xwedawendan tê bikaranîn li vir zelal bike. Peyva „Teşûb /teşû“ tê wateya giloverbûn, qube, gubeya di ser mirovan re. Her kesê derkeve bilindan vê teşûya yanê qubeya ezman dibîne. Lema navê xwedawendê ezman „Teşub“ lêkirine. Ev peyv rasterast ji ber wê giloverbûna ezman ya ku wekî çadirekî li ser erdê hatiye vekirin. Jiwê jî navê wê ti car wenda nebûye, peyva „teşî“ ya di kurdî de navê xwe û giloverbûna xwe ji navê xwedawend „Teşûb“ werdigire. Peyva „serteşî“ gelek caran ji bo nîşandana nîvdaîreyê jî tê bikaranîn.