Komeleya Jiyaneweya KurdistanDi sala 1937’an de rewşenbîrên kurd yên wekî Evdirrehman Halewî, Mihemmed Emîn Şerefî, Evdirrehman Zebihî, Mihemmed Nanewazade, Hûsêyn Ferehwer, Evdirrehman Emînî, Qasim Nadirî, Mela Evdillah Dawûdî, Qadir Mûderrîsî, Mîr Hac li malan li hev kom dibin û civînên bingeha komeleyekê li dar dixin. Di encamê de di sala 1943’yan di 16’ê meha Gelawêjê de li Mehabadê Komeleya Jiyaneweya Kurdistan (J.K. - JêKaf) ava dibe. Rêxistin gelek veşarî bû. Diviya ku endamên vê komeleyê ji sed kesî zêdetir nebûna.Endamên vê komeleyê diviya ku li ser Qur’ana pîroz û çeka yadîgara bav û kalan sond bixwarana û soz bidana ku ew ê;• Berjewendiyên kurdan li her çar aliyên Kurdistanê heta ku rih di can de hebe dê biparêzin,• Tu çar dê li gelê kurd bêbextiyê nekin,• Razên vê rêxistinê yên veşarî bi tu awayî li ser peyvê ya jî li ser nivîsê dê eşkera nekin,• ….
Komeleyek, peymanek û lihevkirina kurdî
* * *
Peymana Sêsînor
Di Adara 1944’an de li hemû bajarên Kurdistanê xebat hatin meşandin. Di 7’ê Gelawêja 1944’an de ji her çar parçeyên Kurdistanê çend pêşevan û rewşenbîrên kurd li Mirgewerê li Çiyayê Dalanperê civînek li dar xistin. Ev civîn bi xwe re peymanek anî. Ji vê peymanê re Peymana Sêsînor tê gotin.
Çiyayê Dalanperê xwedî taybetmendiyeke girîng e. Sê sînorên ku dilê kurdan birrîne; sê sînorên ku dil û cergê kurdan bi birîn û kul û keder kirine li vî çiyayî digihîjin hev. Loma ku ev civîn li vî çiyayî li dar ketiye û bi xwe re peymaneke taybet aniye.
Taybetmendiyên vê peymanê ew in ku;
• Kurd bi xwe di navbera xwe de peymanê îmze kirine.
• Her çar parçeyên Kurdistanê esas girtiye û azadî û serxwebûna kurdan parastiye.
• Heviyên xurt li jiyana kurdan a neazad reşandiye û bingehek nûjen û rêxistinî ava kiriye.
• Ev peyman bingeha Komara Mehabadê datîne, di dema modern de kurd dibin xwedî dewleteke modern.
• ….
* * *
Ev peyman zêde nayê zanîn û qet li ser nayê axaftin.
Çima gelo?
Di demeke wekî vê dema ku em tê de ne pêwistî bi peymaneke bi vî rengî heye. Ji her demê zêdetir pêwistî pê heye ku berê ku kurd li derve, bi hêz û tevger û rêxistinên derve re peyman çêkin divê di nava xwe de li ser yekîtiyeke dirust û bingeheke xurt peymana avakirina neteweyeke nûjen û demokratîk ava bikin û bibêjin berê her tiştî em kurd in.
Li vê dinyayê mafê kurdan heye ku bi rengê xwe yê kurdî xwedî rêxistineke kurdewar bin.
Li vê dinyayê mafê kurdan heye ku di nava qada navneteweyî de bi rengê xwe yê kurdî bên naskirin.
Li vê dinyayê mafê kurdan heye ku di nava milletên dinyaya pêşverû de bibêjin “em kurd in serbilind in”. Ji bo ku kurd karibin vê yekê bibêjin divê rêxistin û sazî û dezgehên kurd li hev bicivin û peymaneke navxeyî pêkbînin. Wekî Peymana Sêsînor…
Azad ZAL
[email protected]