Mirin...Li ser devê hemû riyên min bû!Wekî zarokên rêbir ên dawetan,doza xelatekê bû.
Mirin...
Li ser devê hemû riyên min bû!
Wekî zarokên rêbir ên dawetan,
doza xelatekê bû.
Tu bizanî,
ji bo jiyan li bejna te tê,
bê min çiqas ji xwe kir û li te kir,
û şirîkê temenê min bûn heçî min li xwe kir.
Di hembêza min de bû timî,
Zimanê duneçel ê xewna her kesî,
ji bo min encamek bû,
dûmahîka straneke xweş,
û dîlaneke geş
û bi hevalan re kêlîkek meş