Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Peyayê sivik

Dem: 2 tîrmeh 2007 du?em(© www.amidakurd.com)Li herêma Mêrdînê sê gundên ermenan hebûn. Gund di navbera  Midyadê û Kerboranê de  diman. Di nava gundên ermenan de yên herî xwe? ev hersê gund bûn û bi kundir, hermî, zebe?, petêx û tiriyên xwe dihatine nasîn.Navên van gundan Hax, Helex û Mizimex bûn. Berê ev gund di destê Ermenan de bûn. Lê di  dema qirkirina ermenan de ev hersê gund hatin vala kirin. Îro kurd tê de dijîn. Di  dema Mistefa  Kemal  de  ji  gundan  qemçûr  distandin. Em ê vêga biçin gundê Helexê.Rojekî tehsîldar diçin gund mala keya. Doza qemçûra wan dikin. Lê halê gund zêde xwe? nîne. Lê dîsa keya ezayekî xwe di?îne nava gund ku gundî li hev kom bibin. Gundî li ber mala  keya kom dibin. Rîspiyên gund ji keya re dibêjin: - Keya, tu ji tehsîldar re bibêje; bila xwe deh-panzdeh rojan li hêviya me bigre. Em ê pi?t re  diravên wan kom bikin û bi?înin.Tehdsîldar vê pê?niyaza wan qebûl dike û vedigere Midyadê.Semawî Axa ji bo ku bi gedeyê xwe bide zanîn, hêja pênc roj qewlê wan maye diravan  dicivîne. Semawî  dibêje: - Kî wê van diravan bibe Midyadê û bide  tehsîldar?Rîspiyên gund ji keya re dibêjin:-?evê din Hemê Elî peyayê sivik girtiye, em ê jê re bêjin bila bide me tu kes ji wî siviktir  tune ye.Keya, bangê Hemê Elî dike, dema Hemê Elî tê dibêje:-Kerem bike axayê min ez li ber fermana te amade me. Keya:-Me seh kir ku te du peyayên sivik girtine. Em jî dixwazin tu ji wan peyayê sivik yekê bidî  me. Em ê wan diravên qemçûrê bidinê da bibe Midyadê. Hemê  Elî:-Ser serê min axayê min. Ti?tê ku tu bibêjî ez ê wê bikim.Hemê Elî hema radibe diçe xwe dinepixîne, peyayê sivik tîne. Gundî tev li dora peyayê sivik  dicivin. Cilekî lê dikin. Diravên xwe li ser pi?ta wî girê didin. Keya: -Mêze bike payayê sivik! Tev û van diravan tu dê silavên min jî ji tehsîldar re bibêjî. Em  gelekî jê re mînetdar in.Radibin wî dibin li ser rêya Midyadê ber didin. Dema peyayê sivik digihê neqeba rez bi çiyê  de dibeze. Gundî jî lê tema?e dikin û wiha dibêjin: -Wele peyayê sivik rêya Midyadê nas nake.Hinek dibêjin: -Na ew pir bi aqil e. Ew dizane di rê de ?elehçî hene, bona dirava jê nestînin berê xwe ji ser rê  guhart da bi silamet bigihîje ciyê xwe.Di ser vêya re dem derbas dibe. Tehsîldar dinêre ku gundiyan diravê qemçûrê ne?andin, radibe  dîsa diçe mala keya. Ji keya re dibêje: -Ka dirav? Keya: -Xwedê û pêxember wekîlê min û te be, hêja pênc roj qewlê me mabû, min diravên te tev  kom kirin û dane peyayê sivik. Da ku zû ji te re bîne.Tehsîkdar jê re dibêje: -Min ji te bawer kir, lê dibe hakim ji vê yekê bawer neke. Tu û çend rîspiyên gund bi min re  werin em ê biçin cem hakim da ku ji me bawer bike.Keya û gundî dikevin pey tehsîldar û diçin Midyadê. Dema diçin cem hakim, hakim dibêje: - Hûn çima baca dewletê na?înin? Gundî:-Hakim beg, bi Xwedê me dirav ?andin lê dibe wî em û hûn tev de xapandibe.Hakim jî ji wan bawer dike. Gazî berdestkê xwe dike û dibêje:-Here sêniyek kêzik û yek jî mewîj bîne, bera nava hev de û deyne ber wan rîspiyan. Ka em  binêrin ew ê çi bikin?Berdestkê hakim diçe du sênî tijî kêzik û mewîj tîne datîne ber wan. Dibêje: -Werin, kerem bikin vêga hûn birçî bûne.Dema dide ber wan, kêzik direvin. Keya û rîspî dibêjin:-Lawo pê?î bi dû siwaran bikevin! Ji xwe peya di destê me de ne.Hingê hakim ji wan re dibêje:- Min ji we bawer kir. Hûn serbest in.Ma we peyayê sivik nas kir? Ew kevro?k e.Berhevkar: Azad ZALJi Zarê Hesenê MENCÊ  / Gundê Dêwanê Nisêbîn- 1997   Azad [email protected]

Peyayê sivik
ku