Pêkenî 2 deqîqe xwendin

Qûndayê Hêşîn

Kesek li daristanê nexweş ketiye, divê bi lez biçe nexweşxaneyê. Doktorek bi siwareya xwe diçe radihêle jinikê û diçe. Hêj di nav daristanê de diçe, dinihêre mirovekî kesk li ser rê destê xwe bilind kiriye.

Doktor lê disekine, mirov dibêje "ez qûndayê kesk ê vê daristanê me, ka hinek xwarin bide min." Doktor radibe xwarina xwe dide wî û bi riya xwe de diçe. Di rê de ku di kêleka golekê re diçe, dinihêre mirovekî reng kevzî destê xwe bilind dike. Lê disekine... Mêrik dibêje "Ez qûndayê kevzîn ê vê golê me, hinek vexwarin bide min." Doktor radibe Coca Cola dide wî û diçe.

Çawa ku doktor derdikeve ser riya asfaltê, dinihêre mirovekî reng hêşîn li ser rê rawestiyaye, destê xwe bilind dike.

Doktor lê disekine û dibêje "Qûndayê hêşîn tu çi dixwazî?"

Mêrik dibêje "Ji kerema xwe re ehliyeta xwe bide."

Hêj nû fam dike ku ew polîsê tirk e.

R. Gorî