1 deqîqe xwendin

Bi çend wêneyan jiyana zarokên Êzidî ya di kampan de

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Zarokên penaber ên Êzidiyan yên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji ser xaka xwe koç kirine, li wargeha penaberan ya Erbet ya Silêmanî bi cih bûne û bi çavên tijî hêvî li pêşeroja jiyanê temaşe dikin.



  

 RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir, zarokên Êzidîji li gel malbatên xwe li bajar û wargehên Herêma Kurdistanê belavbûn. Hinek ji wan ji di wargehan de çavên xwe li jiyanê vekirîne.

 

Hinek ji wan zarokên temenê wan ji 6 salî jortire û hîna şop û bandorek neyînî ya şer di hizrê wan de maye. Ji ber wê bi hêviyek mezin li ber kameraya RojNewê rawestan û di xwestin wêneyên xwe bibînin.

 

Wargeha Aştî  li bajarokê Erbet ya ser bi Silêmanî ve ye. Di vê wargehê de  malbatên Êzidî û hinek  penaberên herêmên din yên Iraqê hene.