1 deqîqe xwendin

Clinton û keça xwe amadekariya rêzefîlmeka li ser YPJê dikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Hate ragihandin ku şirketa produksiyonê HideenLight ya Wezîra Karen Derve ya DYAyê ya berê Hillary Clinton û ya keça wê Chelsea Clinton, mafê kişandina rêzefîlmeka TVyê ya pirtûkeka li ser şervanên YPJê hatiye nivîsîn, kirîne.

 

Pirtûka bi navê ”Çîroka Keçên Kobaniyê: Serîhildan, wêrekî û edalet”, ji aliyê nivîskar Gayle Tzemach Lemon ve hatiye nivîsîn. 

 

Clinton derbarê vê projeyê de daxuyaniyek da û wiha got: Pêşkêşkirina ”Çîroka Keçên Kobaniyê” ji hemû cîhanê re, kelecaneke mezin e û ji vê kelecanê mezintir nîne. Keçên Kobaniyê ji bo edalet û wekheviyê bi dilêrî û lehengî şer dikin, vegotineke bêhempa ye ev.