Herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji dest çûn!

Pêvajoya ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî piştî referandûma 25'ê Îlonê roja 16'ê Cotmehê li Kerkûkê dan destpêkirin, dewam dike. Di vê pêvajoyê de Kurdan gelek herêm ji dest dan

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS

 

 

Gelek bajar, navçe, gund û herêmên petrolê yên beriya referandûma 25'ê Îlonê di destê rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê de bûn, radestî hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin.

 

Artêşa Iraqê, sala 2014'an li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe nedabû û xwe ji gelek herêman vekişandibû. Artêşa Iraqê van herêman ji nû ve kontrol dike. Hin herêm ji ber êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hatin dagirkirin, gelek herêm jî di çarçoveya peymana bi rêveberiya Hewlêrê re hate mohrkirin, tên radestkirin.

 

Herêmên ku ji 16'ê Cotmehê û vir ve ji kontrola rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê kete destê hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî ev in:

 

Bajar û Navçe

 

Xûrmatû,

 

Xaneqîn,

 

Kerkûk,

 

Daqûq,

 

Taze

 

Beşîr

 

Mexmûr

 

Rebîa

 

Şengal (Herêmên di destê PDK'ê de bûn)

 

Pirdê û gelek gundên wê

 

Herêmên Petrolê

 

Dibis

 

Bay Hesen

 

Zûmar

 

Û 40 herêmên biçûk û mezin ên ji bîr û parzûngehên petrolê pêk tên...

 

Deriyên sînor

 

Perwîzxan ê navbera Kelar û Qasr-î Şîrîn

 

Xusrewî yê navbera Kelar û Xaneqînê

 

Başmax ê navbera Merîwan û Pencewînî

 

Deriyê sînor ê navbera Pîranşar û Hecî Umran

 

Deriyê sînor ê Sêmalka û deriyê sînor ê Xabûrê ku îro hate teslîmkirin

 

Tê gotin, ji bo radestkirina balafirgehên li Hewlêr û Silêmanî hevdîtin dewam dikin.

 

Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da ku rêveberiya Hewlêrê axa Başûr radestî Bexda û Heşdî Şabî kiriye. Ev rewş ji bo Kurdan weke şikestineke mein a siyasî tê dîtin.