Serûpel Hemû Nûçe Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan Parve bike: 3 deqîqe xwendin Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan AK Amîda Kurd Dema Weşanê: 08.09.2019 Dema Serastkirinê: 29.03.2026 Parve bike: Jinên Kud li her devera Ewropayê bi dirûşma "Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan" daketin qadan û tundiya li jinê, mîlîtarîzm, dagirkerî û qeyûm protesto kirin Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Îtalya Torînoyê bi pêşengiya tevgera jinên Kurd meş hatin kirin û mîlîtarîzm û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. PARÎS Li paytexta Fransa Parîsê, Kurd û tevgerên şoreşger-komunîst ên Tirkiyeyî li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer meşiyan. Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê tevlî meşê bûn. Meşê ji meydana Repûblîqûe dest pê kir û heta meydana Bastîlle dewam kir. Tevî pankart û flamayên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), flamayên TJK-F, KSB û pêkhateyên Platforma Demokrasiyê ya Parîsê hatin hildan. Di meşê de polîtîkayên dijminatiya li jinê û qeyûm ên rejîma AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin. Jinan pankartên li dijî dagirkerî, mîlîtarîzm û şer hildan. Balkêş bû ku gelek jin û zarok tevlî meşê bûn. Li meydana Bastîlleyê piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê SKB'ê Esra Asiye Guden axivî û belavoka Platforma Demokrasiyê ya Parîsê û peyama TJK-E'yê hatin xwendin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû. FRANKFÛRT Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê di çarçoveya kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" meş û mîtîngek pêk hat. Meşê Şemiyê saet 14:30'î bi pêşengiya YJK û Jin ên Nû li ber gara trenê dest pê kir. Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê yên HDP'î hate şermezarkirin. Meş li meydana Romerê bi mîtîngekê bi dawî bû. TORÎNO Li bajarê Torîno yê îtalyayê, dagirkerî, bomberdûman û darbeya qeyûm a dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakiyê li meydana Pîazza Castello dest pê kir û Kurd tevî dostên xwe tevlî bûn. Di çalakiyê de dewleta Îtalyayê ji ber firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin, her wiha hate xwestin ku ambargoya li wargeha penaberan a Mexmûrê tê ferzkirin bi dawî bibe. BORDEAÛX Di çarçoveya pêngava ‘Ji bo azadî û gurhertinê tu jî rabe ser lingan’ li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li qada Grand Theatre yê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd desteserkirina şaredariyên ... KOLN Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Koln û derdorî wê dijîn meşek ji saet 13:00’an ji pêşiya Katedrala Dom destpê kir û heta Rûdolf... ANF News Parve bike: