Li Strasboûrgê ku heta niha bi çalakiyên polîtîk ên Kurdistaniyan ku daxwazên xwe yên azadiyê lê diyar dikirin cara pêşî wê Heftiya Çandê ya Kurd were lidarxistin
Heftiya Çandê ya Kurd a 1. a Strasboûrgê dî serî de Konseya Kurd a Demokratîk (CDK), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Jinên Ciwan ên Azad, Komeya Jinê ya Zînê, TEV-ÇAN-Fransa bi hevkariya gelek saziyên Kurd pêk tê, her wiha komeleya Ermen AREG jî destekê didiyê. Heftiya Çandê wê di navbeynda 27’ê Hezîranê-1’ê Tîrmehê de pêk were.
Şaredariya Strasboûrgê jî ji hêla hêwan, teknîkê ve destekê dide Heftiya Çandê ya Kurd, di vê heftiyê de bernameyên sînameyê, şanoyê, muzîk, folklor, pêşangeh û panêlan hene. Her wiha xwarina Kurdan jî wê were nîşandan û ji bo zarokan jî bername hene.
BANGA TEVLÊBÛNA HEFTIYA ÇANDÊ
Komîteya Amadekar banga tevlêbûna li Heftiya Çandê ya Kurd kir û got, ‘’Di Heftiya Çandê ya Kurd de, li gel çanda Kurdan, ji bo ku gelên dî yên Kurdistanê jî çanda xwe bidin naskirin û gel bi hev re hewl bidin girîng e. Çalakiyên çandî bingehê têkoşîna dijî pişivînê ye. Li gel herêma Alsacê em li bendê ne ku ji herêm û bajarên din jî tevlêbûn ji bo Heftiya Çandê ya Kurd çêbibe.’’
DI BERNAMEYÊ DE GELEK BERNAMEYÊN ÇANDÎ HENE
Bernameya 5 rojan a Heftiya Çandê ya Kurd wiha ye:
27 Hezîran Sêşem
13.00: Pêşangeha şêwekariyê
16:30: Govend û dengbêjî
19:00 : Fîlm û gotebêjî
Adres: Salle des fetes de la Bourse.
28 Hezîran Çarşem:
11:00-22:00 : Pêşangeha şêwekariyê
12:00-14:00 Aşpêjiya Kurd
14:00-16:00: Bernameya ji bo zarokan
17:30 – Gotebêjiya li maseya girover
19:00-Şano
20:00- Govend û dengbêjî
Adres: Salle des fetes de la Bourse.
29 Hezîran Pêrşem
18:00-20:00: Konferans û gotebêjî li ser dîroka Kurdistanê
Adres : 7 rue de la Broque 67000 Strasbourg lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk
30 Hezîran În saat 18:00’de
Heta Place de la Gare’dan Place de la Republique’ê bi cil û bergên Kurdî meş.
1 Tîrmeh Şemîi:
11:00-18:00 li Parc de l’Orangerie dans, müzik û bi aşpêjiya Kurd piknîk
