Li Tirbespiyê çalakiyên hefteya çandî berdewam in

Bi dirûşmeya "Bi çanda hîlala zêrîn û hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya hefteya çandê de li navçeya Tirbespiyê çalakiyeke hunerî li dar xist

Çand û Huner Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Kevana Zêrîn yên hefteya çandê de ku li navçe û bajarên herêma Cizîrê li dar dikevin, îşev bi beşdariya bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan li navçeya Tirbespiyê şahiyeke hunerî li dar ket.

Şahiya hunerî li baxçeyê Qews ê li pêşiya têketina rojavayê navçeyê, li dar ket. Destpêka şahiyê beşdaran deqeyeke rêzgirtin girt,  piştre koma Stêra Zêrîn a Qamişlo komeke stranên folklorî gotin û hunermend Evîn Bîlal a ji Efrînê çend stranên xwe gotin.

Koma Şehîd Delîla Agirî ya ji Amûdê stanên foklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(eh)

ANHA