Serûpel Hemû Nûçe Modaya Moskowayê bi cilên gelêrî yên Kurdî xemilî Parve bike: 1 deqîqe xwendin Modaya Moskowayê bi cilên gelêrî yên Kurdî xemilî AK Amîda Kurd Dema Weşanê: 09.12.2019 Dema Serastkirinê: 29.03.2026 Parve bike: Li Moskowa Pêşbaziya modaya bilind ya Ewro-Asya yê cilên neteweyî pêk hat. Cil û bergên Kurdî weke yek ji cilên herî bedew hate hilbijartin Li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê bi beşdariya gelek neteweyên cuda pêşbaziya modaya bilind a Ewro-Asya ya cilên neteweyî hat li darxistin. Di pêşbaziyê de ku li avahiya Mala Neteweyan hat li darxistin bi pişgirî û alîkariya Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî a Kurdên Rûsyayê cil û bergên Kurdî jî hatin nîşandan. Neteweyên li Rûsyayê li gor çanda xwe ya neteweyî û erf û adetên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn. Di pêşbaziyê de cil û bergên deh herêmên Kurdistanê hatin nîşandan. Di pêşbaziyê de cilên Kurdî yek ji cilên herî baş û bedew hate hilbijartin. Her wiha cilên Kurdî di grûba cihê de kete rêza duyemîn. Di dawiya bernamê de komîteya dengdayinê xelata serketinê radestî koma ji cilên Kurdî kir. ANF Parve bike: