Tableta 3 hezar û 700 salî ya trîgonometriyê hate dîtin

Li Avusturalyayê tableta trîgonometriyê ya herî kevin hate dîtin

Arkeologên Avusturyayî di çarçoveya xebatên xwe de rast li tableteka ji kîlê çêkirî ya trîgonometriyê hatin. Tablet 3 hezar û 700 sal berê ve maye. 

Ji Zanîngeha New South Walesê Profesor Norman Wildberger û Doktor Daniel Mansfield dane zanîn ku terîfkirina qalibê ku weke ”Sêmenda Pîsagor” tê binavkirin, ji bo destnîşankirina armancên tabletan nîşaneyeke grîng e. Dr. Mansfield dibêje; ”Ev tableta herî kevin a cîhanê ye. Her wiha tableteka trîgonometrîk a bi temamî rast a serdema Babilan e.

 

Profesor Wildberger jî da zanîn ku ev tableta ji serdema Babîlan mayî ji xebatên stêrnasê yûnanî Hîpparkos jî ku wekî damezrênerê trîgonometriyê tê dîtin, kevintir e.

 

Trîgonometrî:

Di zimanê yunanî de ji trigōnon ”sêgoşe” + metron ”pîvandin” tê pê. Beşeke matematîkê ye ku li ser girêdana navbera qozî û goşeyên sêgoşeyê radiweste. Trîgonometrî li ser fonksiyonên trîgonometrîk ên mîna sînus û kosînusê hatiya avakirin û di beşa fîzîk û endezyariyê de tê bikaranîn.

 

Wergera ji tirkî: amidakurd.net

Agahiyên derbarê trîgonometriyê de ji wikipediyayê hatine girtin