1 deqîqe xwendin

AKP lêkirina dîwarên ji bo qutkirina Rojava û Bakur didomîne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

EFRÎN – Hêzên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyê, di navbera gundê Bêka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê û Bakurê Kurdistanê de dest bi avakirina dîwarekî nû kirin.

Artêşa tirk beriya demekê seyareyên xwe li pêşberî gundê Bêke yê navçeya Bilbilê bicih kiribûn û li wir tevgera leşkeran zêde kiribû.

Çend roj berê jî leşkeran dest bi avakirina dîwar kirin. Bilindbûna dîwarê ku hîn çêkirina wî didome, 4 metre û firehiya wî jî 3 metre ye.

Leşker her wiha gundiyên Bêke jî aciz dikin û bi gulebaranan, nahêlin ku bi rehetî di nava zeviyên xwe de kar bikin.

(ne/a)

ANHA