Artêşa Tirk çiyayê Kuro Jaro ya Zapê topbaran dike

Topxaneyên artêşa Tirk çiyayê Kuro Jaro yê ser bi herêma Zapê topbaran dike. Topbaran berdewame

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

BEHDÎNAN / ROJNEWS

Di van seatan de topxaneyên artêşa Tirk çiyayê Kuro Jaro yê di navbera bajarokê Şêladizê û Dêrelok ên ser bi parêzgeha Dihokê topbaran dikin. Çiyayê Kuro Jaro ser bi herêma Zapê ya herêmên parastina Medya ye. Êrîşa dewleta Tirk a bi top û hewanan ku ji seat 09:00’an ve destpê kirî, di van seatan de jî berdewam dike. Artêşa Tirk ji qereqolên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê gund û herêmên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de topbaran dike. Der barê ziyanên topbaranê de heta niha ti agahî nehatine bidestxin. (ge)