1 deqîqe xwendin

Balafirên Tirkiyê li Qendîlê komkûjî pêkanîn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Zergele yê li Qendîlê komkûjî pêk anîn û herî kêm 8 sivîl hatin qetil kirin.

Nûçegehanê RojNewsê ji herêma şer ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê saet 04.00’an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de heta niha 8 welatiên sivîl şehîd bûne û 15 welatî jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Tê gotin ji ber hêjmara zêde ya birîndaran, dibe ku hêjmara şehîdan zêdetir bibe.

Li gor agahdariyên RojNewsê 8 rokêt li gund ketine û gund bi erdê re kirine yek.

Nûçegihanê RojNewsê ji Diyana ragihand ku 7 birîndarên bombebaranê ji bo nexweşxaneya Diyana ya girêdayî Hewlêrê hatine veguhestin û rewşa tendirûstiya wan başe.