1 deqîqe xwendin

Cesedê namzedê DSP’ê yê Bêdlîsê hate dîtin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Cesedê namzedê DSP’ê yê rêza 2’yemîn ê Bêdlîsê Bedrî Aydin(33) li çoltera navçeya Hîzanê hate dîtin.

Hate hînbûn ku cesedê namzedê ku ev 2 roj in tu hay jê çênedibû, ji aliyê şivanekî ve li çolê di bin giha û pûş de hate dîtin. Şivên paşê haya cendirmeyan pê xist û cendirme hatin ciyê bûyerê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, cesedê Aydin 20 km’yan dûrî Hîzanê hatiye dîtin û nêzî cesedê wî guleyên keleşê hatiye dîtin.

Piştî ku bÛyer hate bihîstin gelek welatî çûn ciyê bûyerê.

ANF NEWS AGENCY