1 deqîqe xwendin

Di êrîşa Qamişlo de 5 endamên Asyîşê jiyana xwe ji dest dan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=VAZbe-Nors4

QAMIŞLO – Di encama êrîşa xwekujî ya li bajarê Qamişlo ku li dijî noqteyeke Hêzên Asayîşê pêk hat de, 5 endamên hêzên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Îro saet di 08.45’an de li dijî noqteyeke hêzên Asayîşê ya li riya Xelîc a taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Li gorî agahiyên ku Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed dane, di ecnama êrîşî de 5 endamên hêzên Asayîşê de jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Piştî ku êrîş pêk hat, hêzên Asayîşê dor li cihê bûyerê kirin û dest bi lêkolînê kirin.

(dm)

ANHA