Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin
WASHÎNGTON - ANF
Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin.
DYA, destûr da firotina hin sîstemên krîtîk ên çekê ku Tirkiye ev demeke dirêj e dixwaze.
Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê (DSCA) ya ser bi Wezareta Parastinê ya DYA di şeva Çarşemê de ji Kongreya Amerîkayê re agihand ku wê bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxaneyên ji teknolojiya nûjen, ji Tirkiyeyê re bê firotin.
Tê gotin ku ev çekên ji teknolojiya nû wê di êrîşên hewayî de bi giranî li hemberî PKK'ê were bikaranîn.