1 deqîqe xwendin

Hêzên YBŞ'ê ber bi Mûsilê ve bi pêş de diçin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, hêzên YBŞ'ê gundên Umecris û Medivan ên li ser rêya Mûsil-Telaferê ne û xwedî girîngiyeke stratejîk in, kontrol kirine

ŞENGAL - ANF Operasyona hêzên YBŞ'ê ya li xeta Mûsil-Telaferê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de li ser rêya Mûsilê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, hêzên YBŞ'ê gundên Umecris û Medivan ên li ser rêya Mûsil-Telaferê ne û xwedî girîngiyeke stratejîk in, kontrol kirine.

Rêya 47. a diçe Mûsilê jî ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve hat kontrolkirin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû, ew ê bi hêzeke ji 1600 kesî tevlî operasyona Mûsilê bibin.