1 deqîqe xwendin

Ji Pirsusê alîkarî ji bo Rojava

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Ji Pirsusê alîkarî şandin Deriyê Sînor ê Akçakaleyê

Ji Şirnex û navçeyên wê alîkariyên ji bo Rojava yên ji TIRek û 5 kamyonan pêk tê anîn navçeya Pirsusê ya Rihayê û ji wir şandin Deriyê Sînor ê Akçakaleyê.

Alîkariyên di çarçoveya kampanyaya Rojava re li Şirnex û navçeyan hatin komkirin bi TIR û 5 kamyonan şandin Pirsusê. Şaredariya Pirsusê di çarçoveya kampanyayê de ar, birinç, şekir, amûrên paqijiyê, meqeren û gelek alavên din bi TIR û 5 kamyonan bi slogan û çepikan ji bo bişînin Kobaniyê anîn Deriyê Sînor ê Akçakaleyê.

(bd/mae)