1 deqîqe xwendin

Kerry û Lavrov wê îro li Cenevreyê li hev rûnên

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Wezîrên Karên Derve yên DYA û Rûsyayê, ji bo qedandina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku bi dagirkeriya Tirkiyeyê re bêhtir tevlîhev bû, wê îro li Cenevreyê li hev rûnên

CENEVRE - ANF Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), John Kerry ê duh êvarê gihîşt bajarê Cenevre yê Swîsreyê, wê îro bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hevdîtina îro wê dewama hevdîtinên hefteyên bihurî be. Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de wê mijarên; kêmkirina şîdetê û gihandina alîkariya însanî werin nirxandin. Her wiha wê pêşniyarên gengaz ên ji bo çareseriya siyasî ji nû ve werin bên nirxandin.