Li Amedê ji bo 25 saliya nivîskariya Yusiv gotûbêj
Piştî Stenbolê, di 28ê berfanbarê de, ango sibe li Amedê jî ji bo nivîskariya Helîm Yusiv gotûbêjek tê lidarxistin. Gotûbêj ji aliyê Weşanxaneya Peywend ve tê organîzekirin û dê li Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet di 13.30 de bê lidarxistin.
Em jî mîna malpera amidakurd.net 25 saliya nivîskarê hêja Helîm Yusiv pîroz dikin, hêviya hîn gelek salên di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de dikin, serkeftin û serefiraziyê hêvî dikin.
Amîda Kurd