1 deqîqe xwendin

Li Geverê dikan nehatin vekirin

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Geverê beriya cenazeyê endamê HPG'ê Hejar Zagros ku li Gumuşxaneyê jiyana xwe ji dest da esnaf dikanên xwe venekirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya cenazeyê endamê HPG'ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) yê li Gumuşxaneyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da welatî û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Esnaf û welatiyên navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya merasima cenazeyê endamê HGP'ê Adnan Tekin (Hejar Zagros) ku li Gumuşxaneyê jiyana xwe ji dest da, dikan û derabeyên xwe venekirin. Li navçeya ku hemû dikan û kepeng girtî ne polîsan li gelek cihan nokteyên lêgerîn û kontrolê ava kirin. Cenazeyê Tekîn dê li gundê Meşganê yê Geverê bi girseyî bê definkirin.

(mae)