1 deqîqe xwendin

Li Misircê pêşandana filîman

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Misircê di meha Remezanê de pêşandana filîman

Şaredariya Misicê di çarçoveya meha Remezanê de dê hefteyê 2 rojan filîman bidin pêşandan.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi minasebeta meha Remezanê li Parka Misirca Mezin bernameyên çand û hunerê tên lidarxistin. Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Zubeyîr Yoltay, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevlî bernameyan bûn. Di çarçoveya bernameyê de di roja yekemîn de filîma Yilmaz Guney û Şerîf Goren ê bi navê "Yol" hate pêşandan.

Piştî pêşandana filîmê Şaredarê Misircê Necat Yilmaz axivî û diyar kir ku dê di meha Remezanê de ji gel re aktîvîteyên çand û hûnerê li dar bixin. Yilmaz, anî ziman ku di meha Remezanê de dê rojên çarşem û pençşeman filîman bidin pêşandan.

(bd/mae)