1 deqîqe xwendin

Li Çewlikê pevçûn: 2 leşker birîndar in

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di pevçûna navber gêrîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de 2 leşker birîndar bûne

Hate ragihandin ku, di pevçûna navber gêrîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de 2 leşker birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di bejahiya gundên Çîçekdere û Ortaçanak de di demjimêrên şevê de navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn rû da. Di pevçûnê de 2 leşker birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, rewşa yek ji leşkerê birîndar girane.

Di pevçûna li heman herêmê de di demjimêrên sibehê de cerdevanek hatibû kuştin.

ANF NEWS AGENCY