1 deqîqe xwendin

Li Şengalê êrîşa DAIŞ'ê: 2 pêşmerge şehîd bûn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ŞENGAL 23.06.2014 08:10:35 Li Şengalê di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî nuqteyeke kontrolê ya polîsan de 2 pêşmerge şehîd bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) îro danê sibê li herêma mey Sebabî ya Şengalê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya polîsan kirin.

Di êrîşê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di pevçûna li vê derê de hejmareke zêde çete jî hatine kuştin.

Pevçûnên li herêmê dewam dikin.