1 deqîqe xwendin

Mamostayên Hewlêr jî îro biryara boykotê dan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HANA AZAD/ HEWLÊR / Rojnews

Li bajarê Hewlêrê boykota karmendên terduristiyê yên Nexweşxaneya Rizgarî ket roja duyem de û beşek mamostayên Hewlêr jî îro biryara boykotê dan.

Li bajarê Hewlêrê boykota dijî nehatin û kêmkirina mûçe ya karmendên Nexweşxaneya Rizgerî ket di roja duyemîn de. Îro beşek ji mamostayên fakûlteyên cûda yên Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê jî biryara boykotê dan.

Karmendên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê duh diyarkiribûn ku ew biryara kêmkirina mûçe ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye wergirtin qebûl nakin û dest bi boykota çûna ser kar kirin. Îro bi heman armancê mamostayên Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê jî beşek zêde biryara boykota çûna ser kar ragihandin.

(sk)