1 deqîqe xwendin

PDK'ê çûna niştecihên wargeha Mexmûr a Hewlêrê qedexe kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MEXMÛR / ROJNEWS 


 PDK’ê ji bo 2 rojan çûna niştecihên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a Hewlêrê qedexe kir. 


 Hêzên asayîşa PDK’ê ji bo 2 rojan her cure çûn û hatina niştecihên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo bajarê Hewlêr û bajarên din qedexe kir. 


 Ji ber vê qedexeyê gelek xwendekar, mamosta, doktor û karkeran nekarîn ji waregehê derkevin û biçin ser karê xwe. 


Tê gotin PDK’ê ji ber çalakiyên Mexmûriyan ên ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê ev qedexe daniye ser wargehê. 


 (ge)