1 deqîqe xwendin

Pirtûkek nû ji Weşanên Ava

WA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Celadet Alî Bedirxan dibêje ku; “Memê Alan malê miletekî din bûya Xwedê zane ew ê di derheqê wî de hîna çend cild kitêb hatibana nivîsandin. Me Kurdan ewçend guh nedaye van nirxên xwe…”

Ev gotina Celadet Alî Bedirxan ji bo Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek nirxên Kurdan yê wekî din jî dikare bê gotin.

Di nav gel de gelek meselok û serpêhatiyên Feqiyê Teyran yên ku bi wendabûnê re rû bi rû ne hene.

Ronî War, hinek ji van serpêhatiyan bi zimanekî wejeyî hûnaye û bi romaneke ku ji 160 rûpelan pêk tê pêşkêşî wêjehezan kiriye. War dibêje; “Feqiyê Teyran bahrek e û ji vê bahrê hew dilopek ji pênûsa min niqutiye ser kaxezê.”

Pirtûk ji hêla Weşanên AVA ve hatiye çap kirin.