2 deqîqe xwendin

Pêngava ber bi zimanê Kurdî ve li Rojhilatê Kurdistanê bi hêz dibe

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

Beşek mezin yê çalakvanên xwendekar û mamostayên bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê semînerek li ser zimanê Kurdî pêk anîn.

Piştî hikûmeta Tehranê biryar da ku dinava pirtûka ziman û wêjeya Farsî yên xwendinê de beşek teybet bide ji bo zimanê neteweyên din ên Îranê, îsal Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine beşek teybet ji bo zimanê Kurdî vekir.

Pêş demek beşek ji çalakvanên sivîl û rewşenbîr ên bajarê Rojhilatê Kurdistan, li rayedarên Îranê bi teybet jî li waliyê bajarê Kirmaşan Îbrahîm Rezayî Babayî rexne kirin, ji ber ku li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û bi teybet jî li bajarê Kirmaşanê xwendina bi zimanê Kurdî paş gûh xistine.

Niha jî ev pirse bûye yek ji mijarên herî sereke dinava pêkhateyên civakê de û duh li Kirmaşan semînerek vê der barê de hat dayîn. Li ser vê semînerê, rayedarên bajêr gotin ku projek wan a vekirina fakûlteyek zimanê Kurdî heye û ev projeye ji bo wezareta xwandina bilind rêkirine, lê hîna bersiva wan nehatiye dayîn.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hemû demê giringî didin bi zimanê zikmakî û li ser bicih kirina zimanê zikmakî dinava sîstema xwendinê de jî bi israr in.

(sk)