1 deqîqe xwendin

Tûra bîsîkletan a Eko Jîn destpê kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

DÊRSIM - ANF Kolektîfa Eko Jîn a ji hawirdorparêz û komeleyên xwezayê pêk tê, ji bo balê bikşîne ser kuştina xwezaya Kurdistanê, dest bi tûra bîsîkletan kir.

Eko Jîn, ji Mêzgirê dest bi tûra xwe ya bîsîkletan kir. Rawestgeha yekemÎn a endamên Eko Jîn Kovancilar bû.

Endamên Eko Jîn, ji bo zerara li ekolojiyê bikin belge, di tevahiya rêya xwe de wêne kişandin û bi gundiyan re pevguhertina bizir kirin.

Rawestgeha îro ya tûra Bîsîkletan jî navçeya Elezîz Maden e.

Tûra bîsîkletan a bi dirûşma "Ez xwedî li xwezaya xwe derdikevim û ji bo jiyaneke nû bîsîkletê diajom", wê roja 26'ê Tebaxê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe.