Wesayîta ku erzaq dibir qereqolê hate şewitandin
Kamyoneta ku li Navçeya Dara Hênê ya Çewligê erzaq dibir qereqola leşkeran ji aliyê HPG'iyan ve hate şewitandin.
Kamyoneta sivîl ku erzaq dibir qereqola leşkeran a li herêma Gundê Botyana girêdayî Navçeya Dara Hênê ya Çewligê şeva din li nêzî cihê Kelepçîtepeyê ji aliyê endamê HPG'ê ve hate rawestandin. HPG'iyan şoforê wesayîtê peya kirin û agir berdan wesayîtê. Piştî bûyerê hate zanîn ku tevî leşkerekî zêde li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.
Roja yekşemê li heman herêmê wesayîta ku birayên Hadîn Aran û Cîhan Aran tê de bû û erzaq dibirin qereqolê ji aliyê HPG'iyan hate şewitandin.
(ab/mae)