NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Li tevahiya Başûrê Kurdistanê xetên înternetê hatine birîn. Ji ber vê jî gelek ajans û malper nikarin weşana xwe bikin.
Rêveberiya şîrketa Fastlink derbarê mijarê de ji RojNews re ragihand ku îro li tevahiya Başûr pirsgirêka înternetê heye û dazanîn ku ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye.
Rêveberiyê herwiha diyarkir ku ev pirsgirêk di şîrekên înternetê yên Fastlink, Maxnet û çend şîrektên din de derketiye û destnîşan kir: “Ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye. Ji ber ku xeta şîrketên mijara gotinê piraniya wan ji Tirkiyê hatine.”
Bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û çend bajarên din nikarin înternetê bikar bînin.
(rn)