1 deqîqe xwendin

Çalakiya dayîkan di roja 15'emîn de ye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED (DÎHA) - Çalakiya dayîkên zarokên wan ji ber pirsgirêka kurd tevlî PKK'ê bûn ji bo pirsgirêk bê çareserkirin û zarokên wan vegerin li ber Walîtiya Amedê dan destpêkirin di roja 15'emîn de berdewam dike.

Dayîkên zarokên wan tevlî PKK'ê bûn ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin û zarokên wan vegerin li Parqa Anit a li ber Walîtiya Amedê çalakî dan destpêkirin û çalakî di roja 15'emîn de berdewam dike. Hejmara dayîkên di çalakiyê de zêde bûn û di nav rojê de gelek welatî û nûnerên saziyên sivîl ziyaret dikin.

Dayîkan diyar kir ku heya daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.

(bd)