Êrîşa çeteyan a li dijî Tişrînê hat şikandin

Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê bikin. Di encama bersiva tund a şervanên HSD'ê de gelek çete hatin kuştin. Çete neçar man birevin

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

TIŞRÎN - ANF Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wegirtin, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê bikin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên bi vê hewldanê hesiyan, derbên xurt li çeteyan dan. Di vî şerê demkurt ê li herêmê de gelek çete hatin kuştin. Çete neçar man ji herêmê birevin.