Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Ceh tune, kayê naxwî?

Pêkeniya roja 13.08.2008'an...

Demên berê ku hîn otomobil zêde tunebûne, leşkerên tirk rojek li Kurdistanê diçine gundekî.

Serleşker ji keyayê gund re dibêje:
- Muxtar, atima arpa getir çabuk (Keya, ka ji hespê min re ceh bîne zû.)
Keya diçe, qasek dimîne û bi paş ve tê:
- Qumandar beg, arpa yoxtir, saman yêmiyorsin? (Qumandar beg ceh tune kayê naxwî?)