Evîna bilbil û hozanê şoreşger
Evîna bilbil û hozanê şoreşger Çanda kevnar a ji nirxên kurdan Bi salan tê talan kirin bê wijdan Bi van mîrasa turk, ereb û ecem Xwe kirine nav rêza kevnarzadan Mîrasek ji wen ser bilbil û rojîne Mijar wek dîroka kurd xemgîne Ezê vê çîrokê ji we re ragihînim Da ku ev çîrok bê xwedî nemîne Bilbilekê bibû dildarê gula rojîn Difilite dertê ji nav qefesa zêrîn Xwe berdıde li ser rojına bi stirî Lê ji xamtî sîngê xwe dike birîn Ji vê derba herişa ser sînga bilbil Xwîn diherike li ser pencên gul Gula spî, sor dibe bi rengê xwîne Lê qet ne xema wî bû ev êş û kul Xema wî Rojîna geş û xweşbîne Bilbil tenê ber evina wê dilbirîne Lê ji ber neçarîya herikîna xwîne Tê li ber helîna kevîr bêhn distîne Ji jor da dîsa çav berdide Rojînê Dibîne ku gul xemiliye bi xwînê Bi evîna ji wê xemlê heztir bibû Dîsa tê ser gul bê ku xema mirinê Derba hê girantirîn dixwe ev car Bîrînek bû dudu, lê derd bûn çar Ji tirsa û xema qutbûna ji Rojîne Hesir ji çavê bilbil dihatin xwer Bi derba ber evînê û birîna bilbil Awezeka biêş dertê ji kûraya dil Jîyan ditevîzê ber awaza xemgîn Cîhan dadikeve nava xema û kul Bilbilê ku sîng bi kul û dilbirîne Heya berbangê distrê û dinalîne Berî mizgînîya derketina Roj bê Feleka bextxayin ruhê wî distîne Hey bilbilo! Te ji derda û birinê Xwe kire gorî boy evîna Rojînê Em jî bi êşin, bo welat dibin gorî Bi te gul, bi me ax sor bû ji xwînê Bilbilo! Awazê te bû hêza vejînê Tu bû yî şahê hozana derdê evînê Ji xema te gul bû nîşana dildara Rojîna reng sor peyda bû ji xwînê. Bilbilo! Em jî wek te ji êş û birînê Bûna hozanên doza welat û evînê Êdî dar û şaxên star bûne distrên Ji şehîdên bi xwîn avdane vê jînê. Tu bû yî canfîda, bi stirîyê Rojîn Lê em, bi neyarê nav me da dijîn Bilbila dan dû te, me da dû şehîda Bo baxça evînê da em azad bijîn Lê heyf, gurê Tûrana devbixwîne Va hezar salin meydanê dixwîne Rojek li Rîha, ji Masî peyda bibû Ew jî dest wî da, li giravê dimîne Bi kela Rojê, bihar xwe dixemlîne Rojîn nexşeya vê demsala rengîne Ji boy xemla Rojînê û evîna bilbil Em bi axa xwe hesreta vî Rojîne Bilbilo! Bi stêrka sibê ji Rojhilat Ji nava avê, li ser pişta teyra Fat Mizgîniya ristem bûna Rojê bînî Bi awazên Delîle, Argeş û Serhat.