Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Ezmûna Bi Tûranûs

Pêkeniya roja 17.08.2008'an...

Ezmûna Bi Tûranûs

Silêman ketiye ezmûna memûriyê ya dewleta tirk.

Lê qet li dersan nexebitiye, derê pirtûkê venekiriye, bersiva tu pirsan nizane. Silêman li ber maseyê rûdine û pereyekî hesin ê tirk dixe destê xwe û davêje hewa. Pere dikeve erdê, li gor rûyê pere, heke resmê Ataturk hatibe bersiv A ye, heke hejmar hatibe bersiva pirsê B ye.

Silêman bi vî rengî hemû pirsan dibersivîne û mamoste jî ji dûr ve lê dinihêre, pê dikene.

Hemû xwendekar ezmûna xwe xilas dikin derdikevin, Silêman dimîne herî dawî. Mamoste aciz dibe dihere cem wî:

- Silêman hemû kes derketin, malneket te bi tûranûs hemû bersiv da, lê hêj tu li dawiya hemûyan jî dimînî, çima ?

- Mamoste, ez niha jî bi tûranûs dinihêrim hela bê kîjan bersiv rast derketine !!!

Werger: Rêzan Tovjîn