Serûpel Hemû Weşan Gotar Parsekê Evînê Parve bike: Gotar 2 deqîqe xwendin Parsekê Evînê Samî Tan 25.06.2007 Parve bike: Ez bûme nêçîra nêçîrvaneke bêbext û bedbextDi?ibim welatekî vegirtîBi destê keybanûyeke bê tac û text Vegirtoxa min ji min malwêrantirEz reben û pepûkEw dareke ?ikestî û ziravokRew?a min di?ibe tî?kenameya min aKu ji bo çend kontûrên telefonê hatiye desteserkirin (1)Ez qa?o kelayeke asê û bilindNiha bûme warê pêpûk û kundEz ê ku aliyekî wî wekî berfa çiyayê Bêlî (2)Spî û paqijAliyê din wekî geliyên welatê min Kûr, tarî û bimijHatim desteserkirinMirina bi destê çavsorekî çêtir e ji vê rew?êLi welatê min î ku Her roj ciwanên çavre? û çav?înLi ser Cûdî û Mûnzûr Kelare? û Kela?înDibin nêçîra gurên devbixwînEz ê stû?ikestîDeryavanê bê kelek û ke?tîParsekiya evînekê dikimJi guleke dernixûnHelbet di bazarê deEz ê bêm firotin, lê neyêm kirînÛ ti?tek bi dest nekeve Ji bilî jan û girîn 1- ?îfreya e-maila ango razepeyva tî?tenameya min ji hêla hacker ango raz?ikênekî ve hatibû desteserkirin, ji min û hevalên min doza kontûrên telefonê dikir, lê me ew ji nû ve bi dest xist. 2- Li herêma Semsûrê ji çiyayê Nemrûdê yê. Ji ciyê ku peyker li ser in re, çiyayê Bêlî dibêjin, ez wisa bawer dikim ku ew navê xwe ji ê?îra Balî digire. Samî Berbang[email protected] Parve bike: