Pêkenî 1 deqîqe xwendin

Sîstem Her Ew Sîstem e

Pêkeniya roja 29 tîrmeh 2008...

Sîstem Her Ew Sîstem e

- Şakir ma te leşkerî qedand ?
- Erê apo qediya.
- Ma tu komando bû?
- Na apo ez behriyeyî bûm.
- Ew çi ye lawo?
- Yanî em leşkerê ser behrê bûn.
- Hela! Nexwe lawo pirseke min heye, te li wir leşkerî kiribe niha tu dizanî.
- Fermo apo, bêje.
- Ev teqemeniyên bin avê çawa ne, çawa av naçe wan?
- Haa! Apo mesela tu carinan nakevî avê ?
- Belê.
- Ey dema tu di avê de tirran bikî av diçe qûna te ?
- Naa!
- Ey ew jî wisa ne.

 Ji berhevka Rêzan Tovjîn ...