Biharê dema berf diheliya û tenê li newal û geliyan çend belekê berfê diman li ser zinarên bilind dibû qebe qeba kewan . piştî çendekê çêlikê kewan bi firê diketin. Tam di wê dema bifirêketina çêlkewan de edeteke gundiyan hebû.Hemû gundî wê rojê derdiketin seyda çêlkewan. Ev seyda dibêjim ne ew Seyda ku mirov çi hat berê dikujî ye. Neçira bi saxî girtina çêlkewan bû. Ji bo ku wan kedî bikin û li hember kewên din bi kar bînin bû. Weke me li jor gotî di vê seydê de armanc ne kuştina kew û çêlkewan bû.
Armanc saxî bi destxistin û kedî kirina wan e.
Gundiyan piştî çêlkew digirtin baskên wan şanperî dikirin.
Bi gotinek din basko dikirin û bera nav çîvikê mirîşkan didan.
Pirî caran wan çêlkewan mirîşka reşbelek weke diya xwe dizanîn.
Tirk ji neçira çêlkewan re dibêjin “surek avi”.
Niha AKPyê li hember gelê kurd tam seyda çêlkewan daye dest pê kirin.
Heta ev seyd ne li gundekî, ne jî li bajrekî dane dastpêkirin, li hemû gund û bajaran daye destpêkirin.
Li bajarekî 53 li bajarekî din 24, li bijarekî dîtir 52 û her roja ku diçe ev lîste dirêj dibe.
Li gor agahiyên dawiyê hejmara kesên girtî hezarî derbas kiriye.
Dema mirov li van hemû planên komployê de dinêre, Wek “ Plana Darbeya Zomp” , pranî bernameya ku ji bo kurd û Kurdistanê
hatiye amadekirin pêk hatiye
Dewlet û AKP bi vanoperasyonên deşîfre bûyî û yên veşartî dixwaze gelê kurd bê muxatab bihêle.
Çavê gel bitirsîne û bi van girtinan din av gel de bêjin “ binêrin me serokên we yê ku bi sedî 60 deng hatibûn bijartin avêtin hepsê.
Baqil bin û li cihê xwe rûnin. An wê aqûbeta we ji wan xirabtir be.”
Ya dawiyê jî dixwazin kurdê kedî biafirînin.
Dixwazin em ji mirîşkê hezbikin û jê re bêjin dayê.
Ez wek gotina dawiyê dikarim vê bêjim;Belê em hez dikin lê ne ji mirîşkê, ji goştê wê hezdikin
Ji ber wê pivazoka goştê mirîşkê dinav xwarinên kurdan de gelek navdar e.
Mem MÎRXAN