Helbest 1 deqîqe xwendin

Silîva

Ger çavên te hebûna Silîva bedêla her hêstirên mîna taviya baranê jê dirijin can e

Silîva


Ger çavên te hebûna Silîva

bedêla her hêstirên

mîna taviya baranê jê dirijin

can e


Bîra te parzûneka dîrok jê dawerivî

û welatek e

afirînerê çandê


Destên te yên ber bi asîmanan ve bilindbûyî

caran xwezî û caran serîhildan e


Lingên te mora li ser dîrokê

her gavek jê şan e


Bedewiya te kesera min

bi evînê re hemnav

êtûna li nav dilan e


Û... em, zarokên te Silîva

ger belav bûbin li seranserê cîhan

zanibe ku her rojên me qehr û giryan e

Nîjad Arda