Hertim yekîtîya di navbera kurdan da tê nîqaşkirin û herkes dixwaze yekîtîyek misogerkirî di nava kurdan de çê bibe.Gelo dema ku mirov qala yekîtîyê dike tenê di warê sîyasî de yekîtî tê xwestin.Divê mirov baş bifikire yekîtîya di navbera kurdan da, tenê ne sîyasiye.
Di xwestina yekîtîya di navbera kurdan da çandî hunerî,aborî û eşîrîye.Jiber ku çanda kurdan gelek dewlemende divê mirov cara ewil bi civakê re hertim bê ba hev û liser yekîtîyê bi civaka xwera bide û bistîne.Divê hemû hesûdî û dirindeyên nava civaka kurd da, bên paqişkirin jibo jîyanek hevbeş xebatên berfireh bên meşandin.Her wiha hevbeşiya dinav kurdan de dıbe hêza yekîtîyê.
Girîngîya sazîyan di yekîtîyê da geleke.
Divê sazî û dezgehên kurd ên başûr bakûr,Rojhilat û rojava hertim digelhevbin û karekî hevbeş bihevra bimeşînin.Di warê kovar rojname pirtûk û nivîskarî wênesazî û di her warê çanda civakî da têkevin nav hewldanan hîmê yekîtîya dinavbera hemû beşên kurdistan da bidin jîyankirin û gel qewm û lêzimên ku jihev bûne çar par bigehînin hev da ku çanda xwe bihevra jîyanbikin.
Tişta yekîtîyê esas digre yek dil û mejû ye.
Binhêrin yekîtîya dinav hêz û hizbên kurdan de tenê bûye wek xewnekî.Jiber van sedeman roj bi roj mirov valahîyan hîs dike û neyar û dagirkerên erdnigarîya kudan dibin Daiş û ji valahîya tevgerên kurdan sûd digrin û dixwazin nirxên gelê kurd ên bi sedan salan birûxînin.Di şerê koban û Şengalê de kurdan hêzek mezin derxistin pêş li hemberê daîşê û di çapemenîya cîhanê da ji hêza kurdan hat axaftin, niviskar,rojname û kovarên here navdar ên cîhanê lehengîya keç û xortên kurdan nivîsîn û li tv û manşetên xwe bi rojan qala lehengîya kurdan kirin.Wê demê divê hizb komele rêxistin û hemû hêza kurdan bibe wekî goşt û neynûk bihevra bipije.
Gava em li reng û dîmenê tevgera kurdan dinhêrin destkeftîyek mezin heye û divê hêz û rêxistinên kurdan bêhtir nirxê bidin wan destkeftîyên ku bi xwîna hezaran lehengên kurdisatan hatîya avdan.
Min di nîvîsa xwe da qala çapemenî û nivîsên nivîskarên navdar kir.Lê belê hin rojname û tv yên liser navê kurdayetîyê weşandikin hêjî li hember hevgera azadî dijberîya xwe didomînin û hîn jî hinek nivîskarên kurd hene hêjî pênûsa xwe jibo dijberîyê bikartînin ev şermek mezine.
Ez naxwazim liser wan tv û malperan hin tiştan bêjim.Guman heye ku di demek kin de kurd yekîtîya xwe avabikin û bila navê yekîtîyê ji xewnên zarok,kal pir,ciwan û hemû civakê derkeve û bila civak a kurd êdî bi xeyalên azadî û înşakirina welatek demoqratîk ve razên û rabin.Her bimînin di xêr û xweşîyê da.