Nirxandin 1 deqîqe xwendin

Zerî

Stêrkên xilmaş bi hêsrên te re rûxalê ezmanan dibûnkarxezalan xwe li wan digirtin û di rûbar û newalên gerdûna tewandî de li stargeheke bêhnvedanê digeriyanPopiskên serxweş yên agirîn bi keziyên te re li bîra kûr û tarî ya vebirrandî werdibûnZerî-delalan xwe li wan digirtinûli besterubarên birîndar bi sosinên mor-rengîn ên beyarî re didaliqandin

Zerî

Seydvanên evînê bi dêmên te yên gulî re dibûn bergîdar
dadiketin xefik û xewna azadiya dildar
û
li geliyên hunandî yên mirinxwaziyê werdibûn
di pozbilindiya şebçiraxiyê de
li dilxweşî û şanaziya çêkirî digeriyan

Kulîlkên stûxwar bi rûyê te yê xemgîn re li bihara temenên birîndar werdibûn
û
di xemxwariya jiyana veçirandî de
li dermanê xêrxwaziyê digeriyan

Û tu
Xemrevîna min
Zerîna zerya min
Bargirana min
Delala bargir a hezar salan
Tu li navê xwe bûyî bar
Barê te li navê te bûye war
û
Bi dayîna rojê re warê hêviyan di berbanga sibeya me de şên bû
Hêviyên me bi navê te şîn bûn
û
hêlîna xwe di nava dilê me de vekola

Azad ZAL
19 Gulan-19 Rezber 2009